Bandorên şerê Îsraîl û Îranê
Çarşem 18 Hezîran 2025 - 03:15
Rojnameyan jî bal kişandin ser gurbûna aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de, bandorên vê nakokiyê li ser sistema navneteweyî û ewlehiya enerjiyê ya cîhanî.
Arîşeya nû ya leşkerî di navbera Îsraîl û Îranê de careke din mijara nebûna wekheviya pêkanîna zagonên navneteweyî derxistiye holê û derbarê berpirsiyariya hêzên mezin a ji bo çareserkirina nakokiyên herîmê pirsên nakok derxistiye pêş. Li aliyekî din tirs zêde dibe ku rewş ber bi pevçûneke berfireh ve biçe ku dikare bibe xeteriya ser rêyên derbasbûna enerjiyê.
Rojnameya Al Xelîc nivîsî ku cîhan di demek aloz re derbas dibe ku girîng e rêgezên hiqûqa navneteweyî werin pêkanîn, da ku ev rêgez ji bo her kesî derbas bibin. Cîhan niha di serdemek veguherînên mezin de derbas dibe. Eger ev veguhertin bi rêgezên tekûz û asê neyên kontrolkirin, dibe ku hin alî jê nerazî bin, ev jî dê bibe egera pevçûnên çekdrî û wêraniyên mezin.
Rojnameya El Quds El Erebî nivisî ku heta Amerîka bi awayekî eşkere û bi biryar destwerdanê neke ji bo rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de diqewime, dibe e ku operasyonên leşkerî heta demekê bidomin.
Rojnameya Al Nahar bal kişand ser pirsa gelo dê aloziya di navbera Îsraîl û Îranê heta kîjan radeyê bandorê li ewlehiya enerjiyê ya cîhanî dike. Bi taybetî li ser Tengava Hurmuzê, rêya deryayî ku nêzîkî %20 petrola cîhanê tê re derbas dibe.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN