BAMF derewan dike

Sêşem 30 Mijdar 2021 - 23:26

  • Gelek caran penaber bi derengî yan jî tesadûfî pê dihisin ku dosyaya wan jî di nava dosyayên desteserkirî de ye.

Piştî ku MÎT´a Tirk li cem parêzerekî teftîşê yê sefareta Elman Mijdara 2019´an dosyayê dozên penaberiyê desteser kirin, îro jî saziya penaberî û koçberiyê ya Elman BAMF tehlûkeya ji bo mirovên dosyayên wan hatine desteserkirin, piçûk nîşan dide.

Gelek caran penaber bi derengî yan jî tesadûfî pê dihisin ku dosyaya wan jî di nava dosyayên desteserkirî de ye. Tehlûke heye ku gelek penaberê dosyayên wan desteserkirî dikarin bên dersînor kirin jî. 

Bi biryara xwe ya 13´ê Îlona 2021´ê Dadgeha Îdarî ya Magdeburgê li ser BAMF´ê ferz kir ku doza penaberê Kurd T. qebûl bike û statuya penaber bide wî ji ber ku dosyaya wî hatiye desteserkirin. 

Axir ji bo ku ev biryar nebe nimûne, BAMF hejmara dosyayên ketine destê MÎT´ê de agahiyên şaş dide. BAMF´ê îdîa kiribû ku tenê du dosya mane ku hîna biryar derheqê wan de nehatiye dayîn, lê buroya parêzeriyê "Kelloglu und Partner" tenê li pênc daweyên bi vî rengî dinihêre yên dosyayên wan ketine destê MÎT´ê. 

Wezareta karê hundir a Elman gotibû, bi giştî 100 penaber ketine ber lêpirsînên ji ber desteserkirina dosyayan. Lê niha meqamên resmî lê mikur tên ku hejmar 1430 e. Lê rêxistina penaberan Flüchtlingsrat texmîn dike ku kesên ketine ber lêpirsînî 4000 penaber bin. 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.