• Hefteya bihurî, bahozeke qûm û tozê tesîra xwe li Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê kir. 

RÊNAS REMO / ANHA/QAMIŞLO

Hefteya bihurî, bahozeke qûm û tozê tesîra xwe li Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê kir. Li gorî agahiyan ji ber vê bahozê bandoreke xirab bi giştî li çandiniyê bûye. 

Endamê Rêveberiya Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê, Azad Îbrahîm got, vê bahozê gemara weke toz û tirabêlkê bi xwe re aniye. Her wiha bakteriyên ku kêzik jê dixwin, li pelên giyayan dikevin û ziyanê digihînin çandiniyên werzî.

Azad Îbrahîm got, vî bayî beriya niha bi xwe re baran dianî, gemar ji ser berhemên çandiniyê radikir, lê îsal baran piştî bahozê nebariyaye.

Cotkar, Mutez Xalid jî li Qamişloyê ye. Ew dibêje, ev pêla ba îsal ji ber nebarîna baranê bi ecacê re ziyan gihandiye erd û çandiniya wan.

Mutez Xalid dibêje, “Heger di çend rojên bê de, baran bibare dê çandiniya bejî sûdê bibîne, ecac bandorê li çandiniya bi avdanî jî dike.”