Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Tehranê li gel rayedarên Îranê hin rêze hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniya ku ofîsa Talebanî dane, di civînan de Talebanî ji rayedarên Îranê xwestiye aramî û ewlehiya herêmê karê wan ê pêşîn be.
Pêr Serokê YNK’ê Bafil Talebanî tevî şandeyekê serdana Tehranê kir û li gel rayedarên Îranê hin hevdîtin kir. Doh jî Talebanî bi Serokê Parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiya.
Têkildarî hevdîtinê Ofîsa Serokê YNK’ê Bafil Talebanî daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Talebanî di civînê de ji berpirsên Îranê re gotiye ku hewldanên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina astengiyan a ji bo parastina aramî û ewlehiya li herêmê didomin.
Her wiha hat gotin, di civînan de Talebanî ji rayedarên Îranê xwestiye ji bo parastina berjewendiyên bilind pêngavan bavêjin û parastina aramî û ewlehiya herêmê karê wan ê pêşîn be.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê jî, mijara sereke ya civînan bêçek kirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nava xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê de bû.
NAVENDA NÛÇEYAN