Li zanîngeha New South Wales a Awustralyayê, Dr. Daniel Mansfield û tîma wî sala 2017´an bi ser tiştekî ecêb ve bûn. Gava ku wan berê xwe dida kevaleke ji beriya 3 hezar û 700 salan a ji Babîlonê [Plimton 322], wan dît ku Babîloniyan trîgonometrî dikir. Ev nûçe di sê salên bihurî de di medyaya dîjîtal de gelekî hat ecibandin. Pê re jî nûçeyê di nava van sê salan de trîgonometrî jî balkêştir kir. Em bi bîra xwe bînin, vê kevalê çi kir. 

Gelek dîrokzan qebûl dikin ku Yewnana Kevin lêkolîna sêgoşeyan [Sêkujî] bi kenar û qorziyan daye destpêkirin. Lê ev keval delîlek e, ku îsbat dike Babîloniyan 1500 salan beriya Yewnanan ev teknîk bi kar dianîn.

Dr. Daniel Mansfield û tîma havîna sala 2017´an bi ser ve bûn ku ev kevala ew li ser dixebitin, tabloyeke kevin a trîgonometriyê ye.

Mansfield hingê got, "Sirra mezin a vê kevalê heta niha sedema çêkirina wê bû. Ji bo çi katibên berê ev karê zehmet ên çêkirin û birêkûpêkkirina hejmaran li ser vê kevalê daniye? Lêkolîna me derdixe holê ku Plimpton 322 [kevala li ser lêkolîn hatiye kirin] teşeyên sêhevsan [sêgoşeyên hevsankenar] terîf dike, gava vê dike jî trîgonometriyeke nû bi kar tîne, ya ku xwe nasipêre qorzîk û gloveran, lê xwe disipêre nisbetê. Ev karekî mirov heyranî bibe yê matemetîkî ye. Di kevalê de hem kevintirîn tabloya trîgonometriyê ya dinyayê heye, hem jî ew yekane tabloya temam û rast e, bi xêra nêzîkbûna Babîloniyan a gelekî cihê ya li arîtmetîk û geometriyê. Yanî ji bo dinyaya me ya modernd ew gelekî dikare bi kêr bê. Matematîka Babîlonê, rast e ji mêj, yanî ji 3000 salan û vir ve êdî ne mode ye, lê dikare ji bo kontrola grafîkên komputerî û perwerdeyê di pratîkê de bi kêr bê. Ev mînakeke kêm e ji bo wê yekê ka dinya berê çawa tiştekî nû fêrî me dike."

Trîgonometriya me baştir dike

Hevpîşeyê Dr. Mansfield, Norman Widberger li gotinên wî zêde dike, "Plimpton 322 bêhtirî hezar salan ji Hipparchus [weke bavê trîgonometriyê dihat nasîn] kevintir e. Ew ji bo matematîka modern hem derfetên nû peyda dike û hem jî ji bo perwerdekirina matematîkê derfetên nû peyda dike. Bi Plimton 322´yê em trîgonometriyeke hêsantir û ji ya me temamtir dibînin û avantajên wê eşkere ji ya me bêhtir in." 

Hin matematîkvan bawer dikin, lêkolîna metnên matematîkî yên Babîloniyan dikare alîkariya me bike ku em awayê trîgonometriya xwe ya îro baştir bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN