Babê Şêx Ilyas Nasir ku piştî wefata Rêberê Rûhanî yê Êzîdiyan Babê Şêx Xirto Hecî Îsmaîl bûbû Babê Şêx, cara pêşî ye ku diçe serdana Şengalê.

Piştî ku Babê Şêx Xirto Hecê Îsmaîl 1’ê Cotmeha 2020’an wefat kir, Ilyas Nasir li gorî baweriya Êzîdiyan bû Babê Şêx ê Êzîdiyan.

Ji ber nakokiyên navbera hin ji kesayetiyên Êzîdiyan, Babê Şêx nikaribû heta niha biçe seredana Şengalê. Piştî demeke dirêj Babê Şêx ji bo cara yekê çû seredana Şengalê. Babê Şêx li Sinûnê ji aliyê gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin; di nava wan de namzetê PADÊ’yê Şêx Semîr Derwêş jî hebû.

Babê Şêx li vir ji xelkê re axivî û got, ew ji bo ji nêz ve rewşa gel bizane, hatiye Şengalê û armanca wî ew e ku di nava Êzîdiyan de yekîtiyê ava bike.

Tê payîn Babê Şêx li Şengalê serdana gelek cihan bike û bi taybetî li gel serokeşîrên Êzîdiyan rûne. 

ROJNEWS/ŞENGAL