Babê Şêx çû serdana malbata şehîd Hecî Xidir

Sêşem 21 Îlon 2021 - 01:55

Rêberê Ruhanî yê Êzîdiyan Babê Şêx Ilyas Nasir, di çarçoveya bernameya xwe ya Şengalê de, çû serdana malbata şehîdekî Sikêniyê.

Rêberê Ruhanî yê Êzîdiyan Ilyas Nasir piştî ku wek Babe Şêx hat hilbijartin, di 17’ê Îlonê de bo cara yekê ye ku diçe serdana Şengalê.

Babe Şêx di vê çarçoveyê de bi gelek kesayetiyên Şengalê, serokeşîr û oldarên Êzîdiyan re hevdîtin kirin.

Babe Şêx di çarçoveya bernameya serdanê de pêr bi şev li Xanesorê çû serdana malbata şehîd Hecî Xidir ê ku 17’ê Tebaxa 2021’an de di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de, li nexweşxaneya Sikêniyê şehîd bûbû. Serdanên Babê Şêx li Şengalê dewam dikin û doh ew li navenda Şengalê û gundên derdorê jî geriya.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.