Azîz Koyluoglû bawerî dida
Sêşem 11 Sibat 2025 - 03:25
Rojnameger Azîz Koyluoglû ji hela dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin. Rojnameger Bêrîtan Zagros ku hevala Azîz Koyluoglû ya xebatê ye, diyar kir ku demek dirêj bi Azîz Koyluoglû re xebitî, wiha got: “Demek dirêj bû me hevdu nas dikir. Kar, şer û şert û merc çiqas zehmet dibin bila bibin dema mirov li cem rêheval Azîz, mirov rêyek ji bo her cureyên astengî û zehmetiyan dibîne."
Rojnameger Azîz Koyluoglû di 27’ê Çileyê de li herêma Ranyayê ya bajarê Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hate qetilkirin. Azîz Koyluoglû, di sala 1976’an de li navçeya Xana Axparê ya Amedê ji dayik bû û 32 salan bênavber têkoşiya. Azîz Koyluoglû, di navbera salên 1996-1998’an de 3 caran ji hêla dewleta tirk ve hate girtin û di sala 2000’î de jî xebatên xwe yên rojnamegeriyê li Herêma Federe ya Kurdistanê domand. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re di sala 2013’an de ji bo şopandina geşedanan derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di navbera salên 2018-2019’an de êrişên dewleta tirk ên li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê şopand. Azîz Koyluoglû, di 32 salên xwe yên têkoşînê de di nava Çapemeniya Azad de nûçegihantî, edîtorî, rêveberî, şîrovekar û weke perwerdekar xebitî.
Azîz Koyluoglû bawerî dida
Rojnameger Bêrîtan Zagros ku demek dirêj bi Azîz Koyluoglû re xebitî, wiha got: “Hevalê Azîz mîna navê xwe kesekî hem ezîz bû hem jî Kemal bû. Demek dirêj bû me hevdu nas dikir. Li Başûr me bi hev re demên xweş lê pir zehmet derbas kirin. Lê belê kar, şer û şert û merc çiqas zehmet dibin bila bibin dema mirov li cem rêheval Azîz, mirov rêyek ji bo her cureyên astengî û zehmetiyan dibîne. Heke tu tiştekî neke jî hebûna wî, enerjiyeke erênî dida mirov û bawerî dida. Li cihê lê dima kesekî rengîn bû. Ji dûr ve sar xuya dikir lê kesên wî jinêzve nas dikin, dizanin ku kesekî pir keyfxweş û dilnerm bû. Sekna Azîz a aram û rêzgirt, dikir ku peyamên xwe bi zelalî bide, dikir ku bibe xwedî otorîteyeke xwezayî û bandorê li ser kesên li derdora xwe û hevalên xwe bike. Tiştên dizanî û hîn dibû her tim hewl dida hînî derdora xwe jî bike. Lewma mamosteyekî xwezayî bû. Bi taybet jî heta dawiyê rêya xwesteka nûjenî û pêşketinê li ber hempîşe û hevalên xwe vekir. Heke bikariya jê re dibû alîkar heke nekariya bibe alîkar jî astengiyên li pêşiya wan radikir. Ji ber vê taybetiya xwe her kesî jê hez dikir û jê re rêz digirt.”
Bi zaneyî bû hedef
Bêrîtan Zagros, diyar kir ku Azîz Koyluoglû bi zanebûn hedef hate girtin û ev tişt anî ziman: “Bi saya têkoşîna wî dagirkerî û xiyaneta li herêmê hate teşhîrkirin. Li cihekî dagirkerî, zilm, nelirêtî, xiyanet lê heye me got ku hewldan heye rastiyan ji gel veşêrin. Hevalên me Nagihan Akarsel, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û heval Ezîz lewma hedef hatin girtin. Bi xebatên xwe li dijî derew, nelirêtî û zilma hikûmeta Herêma Federe derketin, polîtîkayên nokeriyê yên bi dijminên Kurdan re teşhîr kirin û ji bo pêşxistina civaka exlaqî û polîtîk têkoşiyan. Bi weşanên xwe ruh û zanebûna neteweyî pêş xist. Bi taybet jî ji bo avakirina yekitiya rojnamegerên Kurd, ji bo pêşxistina helwestekî hevpar a li dijî sansûr, girtin û êrişan kete nava hewldaneke taybet û encam girt. Bi zimanê pêşxistî re heta astekê pêşiya manîpulasyon û şerê taybet ê medyaya Parastin-MÎT’ê girt.”
Em ê xwedî lê derkevin
Bêrîtan Zagros, bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên rojnamegeran û mafên mirovan da û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek saziyên navneteweyî yên rojnamegeran diparêzin hene lê pêşî li van êriş û komkujiyan nagirin. Wê demê divê rojnameger bibin yek û sûcên dewleta tirk û dewletên din dikin bikin rojev û ji bo qanûnên bikevin meriyetê bêhtir bixebitin. Bi taybet jî divê rojnameger û saziyên navneteweyî bi rojnamegerên Kurd re hevkariyê bikin. Pêdivî bi mezinkirina Çapemeniya Azad heye. Dewleta tirk û PDK bi tecrîdkirina rojnamegeran, bi sansûr, astengkirin, gef û qetilkirinan dixwazin rastiyê veşêrin lê divê em mezintir bibin û bêhtir belav bikin. Sedema girtin û qetilkirina ewqas rojnamegeran, ev bêhelwestiya van rêxistinên rojnamegeriyê ye. Heke bertekeke cidî hebûya dê heval Ezîz hedef nehata girtin. Em ê têkoşîna wî ji me re hiştî nîvco nehêlin û xwedî lê derkevin.”
MA / NAVENDA NÛÇEYAN