Azîme Arsûn revandin niha didin Bexdayê

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 14:51

  • Rêveberiya Îqametgehê ya Hewlêrê ya ser bi PDK´ê li ser binçavkirina siyasetvana Kurd Azîme Arsûn daxuyanî da û got; ew ê dosyeya Arsûn radestî hikûmeta Iraqê bikin.

Rêveberiya Îqametgehê ya Hewlêrê derbarê binçavkirina Siyasetvana Kurd Azîme Arsûn li balefirgeha Hewlêrê de daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Îqametgehê got, ew ê dosya Azîme Arsûn radestî saziyên ewlehiyê yên federal ên Iraqê bikin. Meclîsa Kongra Star jî xwest Azîme Arsûn tavilê bê berdan.

Roja 2’yê Gulanê Siyasetvana Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Azîme Arsûn, dema ku xwestibû ji bo dermanbûnê di ser balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê re biçe derveyî welat, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû girtin. Hêzên PDK´ê ew kirin nezaretê. Azîme Arsûn nexweş e û nexweşiy wê gelekî giran e. 

Divê tavilê bê berdan

Meclîsa Kongra Star jî têkildarî têkoşer Azîme Arsûn daxuyaniyek da. Meclîsa Kongra Star jî bi bîr xist ku ji ber nexweşiya giran ji bo dermanbûnê Azîme Arzûn diçû Ewrûpayê, lê belê li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çarenûsa Azîme Arsûn hîna jî nediyar e û bang li hikûmeta Hewlêr ya li Başûrê Kurdistanê hate kirin da ku Azîme Arsûn serbest bike.

Kongra Star hişyar kir ku ji her rewşa têkildarî Azîme Arsûn, PDK wê berpirsyar be û xwest tavilê Azîme Arsûn bê berdan.

Ji aqûbeta wê PDK berpirsiyar e

Daxuyaniya Rêveberiya Îqametgehê ya Hewlêrê, piştî daxuyaniya Komîteya têkîliyên derveya ya KCK’ê ya pêr hat. KCK´ê derbarê binçavkirina Azîme Arsûn de daxuyaniyek dabû û gotibû, “Şermeke gelekî mezin e ku PDK jineke Kurd a şoreşger bi vê rêbazê direvîne û ji bo têkîliyên qirêj ên bi dewleta Tirk re hewl dide bi kar bîne. PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsiyar in.” 

KCK’ê herwiha bang li raya giştî ya Kurdistanê û rêxistinên jinan kiribû da ku ji bo aqûbeta Azîme Arsûn zanibin, bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin wê radestî dewleta Tirk bikin. KCK´ê gotibû, heger PDK´ê Azîme Arsûn teslîmî dewleta Tirk bike, ev ê bibe “piştgiriya PDK’ê ya ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdoganê faşîst”. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.