
- Nobetdarê li Marsîlyayê Veysel Pîro: Li Ewrûpayê û li her hêla Kurdistanê Kurd divê li ser piyan bin. Lewma azadiya Kurdan û ya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne.
Bi pêşengiya dostên Kurdan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kampanyayeke kurewî hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de ji bo balê bibin ser doza kampanyayê “Azadî ji bo Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ji bo Meseleya Kurd” li Ewrûpayê li ber avahiyên parlamenan û saziyên navneteweyî çalakiyên konvedanê û dezgehdanînê tên lidarxistin.
Pêngava “Azadî ji bo Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ji bo Meseleya Kurd” 10´ê Cotmehê dest pê kir û serê pêş li 74 navendên dinyayê li 30 welatan daxuyanî hatin dayîn. Li Swêdê jî dostên Kurdan 10´ê Cotmehê li ber parlamena Swêdê daxuyanî dabû. Di çarçoveya heman pêngavê de pêr li ber parlamena Swêdê, çalakiya konvedanê ya sê rojan hat destpêkirin. Li ser dezgeha li Meydana Mynttorget, belavok û dosyayên agahdariyên li ser kampanyayê hatin belavkirin.
Haziran, bersiv da pirsên Swêdiyên hatin binê konê û li sedema çalakiyê pirsîn. Li ser dezgehê kitêb û broşurên li ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan jî hene û xelk elaqeyeke mezin nîşanî wan dide.
Li ber nûneriya PE´yê
Li bajarê Fransayê Marsîlyayê jî dezgehek li ber avahiya nûneriya Parlamena Ewrûpayê hat danîn. Li ser û dora dezgehê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, û pankarteke li ser pê doza azadiya Ocalan û çareseriya meseleya Kurd tê kirin, hatin danîn. Ji beşdarên çalakiyê, Veysel Pîro, bi bîr xist ku ev bêhtirî 32 mehan e ku ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û got, “Li 74 navendên Ewrûpayê 10’ê Cotmehê pêngavê dest pê kir, em jî bi vê çalakiya li ber nûneriya PE´yê tevlî vê pêngavê bûn. Em ê sê rojan li vir nobetê bigirin. Em ne tenê doza şikandina tecrîdê dikin, em doza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin”. Pîro îşaret bi girîngiya dewama çalakiyên bi vî rengî kir û got, “Li Ewrûpayê û li her hêla Kurdistanê Kurd divê li ser piyan bin. Lewma azadiya Kurdan û ya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne.”
Heta ´Rêbertiya me´ azad bibe
Koksal Soylemez jî bal bire ser tecrîdê û got, “Em tecrîdkirina Rêbertiyê qebûl nakin. Ev neheqî û bêhiqûqiyeke mezin e. Nahêlin malbat û parêzer wî bibînin. Heta tecrîd bi dawî bibe û Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, em ê her li meydanan bin.”
Nobetdarekî din ê çalakiya li Marsîlyayê Serhildan Akçîçek jî hem berxwedana gerîla û hem jî kampanya silav kir û got, “Êdî ya ku divê em bikin, azadkirina Rêbertiya me ye. Em ji her kesî dixwazin tevlî çalakiyan bibin.”
Li ber parlamena Holandayê
Li paytexta Holandayê Den Haagê jî li ber avahiya parlamenê, doh çalakiyê dest pê kir. Li ber parlamenê pankart û dovîzên bi doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Çalakî wê îro û sibe jî dewam bike.
Li aliyê din, li Paytexta Elmanyayê Berlîn û li bajarê wê Stuttgartê, li gelek bajarên din û li bajarên Fransayê jî çalakiyên bi heman armancê wê dewam bikin. Ji bo çalakiyan pêşiya avahiyên parlamenên dewletan yan jî eyaletan tên neqandin.
NAVENDA NÛÇEYAN














