• KCK: Jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jin li her dera dinyayê têdikoşin û pêşengiyê dikin. Ji ber ku xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têdikoşin û hewl didin, em malavahiya jinên cîhanê dikin.

KCK’ê bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên li jinên cîhanê pîroz dike û dibêje, rizgariya jinan bi xwe re wê rizgariya bindest û mirovayetiyê jî pêk bîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di peyama xwe de dibêje, “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bûye dost, heval û hogirê rastîn ê jinan, jinên dinyayê têkoşîn û hewldaneke mezin danîn holê. Em malavahiya jinên cîhanê hemûyan dikin.”

KCK´ê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dike û wiha dewam dike: “Bi baweriya bilind a ku wê rizgariya jinan bi xwe re rizgariya bindest û mirovayetiyê pêk bîne, em têkoşîna jinan silav dikin û em careke din diyar dikin ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurdan, em ê bi têkoşîna jinan re bin.”

KCK´ê îşaret bi rola jinan di dîrok, çand û şaristaniya mirovan de bi bîr xist û paşê got, “Xwezaya jinê ya ku jiyanê azad dike, wate û nirxekî dide jiyanê, di nava xwe de mêhtingeriyê qebûl nake, dibe îfadeya rastîn a jiyana azad û heqîqetê. Ji ber vê jî jiyana azad a herî watedar, rast û azad wê bi azadbûna jinan pêk were, heke îradeya jinê bi awayê herî azad tevlî jiyanê bibe, ev yek wê pêk were.”

Mirovahî wê bi jinan rizgar bibe

KCK´ê bal dibe ser êrişên modernîteya kapîtalîst ên li dijî jinê û dibêje, “Pergala modernîteya kapîtalîst civakîbûn ji holê rakiriye, dixwaze jiyanê li mêhtingeriyeke bêdawî veke. Ev helwêsta modernîteya kapîtalîst, herî zêde li dijî xwezaya jinan e û berevajî taybetiya jinan e, lewma jin jiyanê civakî dikin û wê azad dikin. Ji ber vê, pergala modernîteya kapîtalîst berê xwezaya jinê li mêtingeriyê vedike, xwezaya jinê dike amûrek û wê ji wateya wê ya rastîn dûr dixîne. Pergala modernîteya kapîtalîst zanistê, zanyariyê, huner, çandê û her tişta li ser navê mirovayetiyê hatiye avakirin, dike rûpoşa îdeolojîk a ji bo çewisandin û berevajîkirina xwezaya jinê.”

KCK dibêje, ev zordarî, pêkutî, şiddet û mêtingerî tên veşartin û weke ku azadî bin tên pêşkêkirin û wiha têkoşîna jinan a li dijî vê terîf dike: “Lê bi saya bîra jinan û îdeolojiya rizgariya jinan, ev rûpoşa îdeolojîk a sixte ya modernîteya kapîtalîst her roj piçekî din dikeve.

Têkoşîna azadiya jinan a ku azadiya rastîn û rizgariya wê di xwexislaskirina ji modernîteya kapîtalîst de dibîne, xeta xwe ya rastîn dibîne û rêya rizgariya ji mêhtingerî, zext û şiddetê vedike. Rizgariya mirovahiyê wê bi rizgariya jinan pêk were. Em bang li mirovahiyê dikin da ku em zêdetir piştgiriyê bidin jinan.”

Îdeolojiya rizgariyê ya jinan

KCK´ê îşaret bi îdeolojiya rizgariyê ya jinan a Abdullah Ocalan jî dike û wiha dewam dike: “Rêber Apo wekî din ji bo rêxistinbûna jinan û xwedîîradebûna wam û xurtkirina  têkoşîna wan jî di her warî de hewldana pratîk nîşan daye. Rêber Apo dema ji jinan re ev derfet ava kir, daniye pêşiya mêran jî ku xwe ji têkiliya serwerî, mulkiyet û girêdanê rizgar bikin û li ser xeta azadiyê karibin xwe biguherînin û veguherînin. Rêber Apo bûye dost, hevrê û hevalê rastîn ê jinan û bi jinan re li ser bingehê azadiyê hatiye cem hev. Jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jin li her dera dinyayê têdikoşin û pêşengiyê dikin. Ji ber ku xwedî li Rêber Apo derketine û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têdikoşin û hewl didin, em malavahiya jinên cîhanê dikin.”

Şoreşa jinê ye

Di dawiya daxuyaniyê de KCK´ê Şoreşa Azadiya Kurdistanê weke şoreşa jinê bi nav dike: “Şoreşa Azadiya Kurdistanê dibe şoreşa jinan. Rêxistinbûna jinan û geşbûna têkoşîna rêxistinkirî ya jinan, regeza jiyana azad û armanca herî bingehîn a Şoreşa Azadiya Kurdistanê ye.

Em careke din 8’ê Adara li jinên dinyayê pîroz dikin, baweri dikin ku rizgariya jinan wê rizgariya mirovahiyê pêk bîne.” 

BEHDÎNAN