Azadiya jinê tîne ziman!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 00:31

Fatma Odemiş a ji Farqîna Amedê ye ji ber ku bav û apê wê Dengbêj bûn, di temenê xwe yê biçûk de bi muzîkê re eleqedar bû, di temenekî biçûk de bi tena serê xwe fêrî lêdana Erbaneyê bû. Di sala 2017’an de hat girtin. Fatmaya ku 9 sal ceza lê hat birîn, di sala 2023'an de dema ku cezayê wê qediya, hat berdan. Fatmaya ku di girtîgehê de eleqeya xwe ya bi muzîkê re winda nekir, qursa saz girt û dest bi nivîsandin û çêkirina stranan kir. Fatma ku di heyama girtîgehê de gelek stran nivîsî û çêkir, piştî ku hat berdan jî xebatên xwe dinivîsîne û stranan çêdike. Fatma, anî ziman ku ya ku di nivîsandin û çêkirina stranan de bandorê li wê dike têkoşîna jinê ye û diyar kir ku herî zêde ew dixwazin têkoşîna jinên li girtîgehê di stranên xwe de nîşan bidin. Fatma anî ziman ku ew dixwaze zimanê kurdî û çanda kurdî zindî bihêle û di stranên ku dinivîsîne de jî armanc dike ku di pêşerojê de vê çand û têkoşîna jinê zindî bihêle.

Fatmayê da zanîn ku ji biçûkatiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar bûye û got ku ev yek bi bavê wê re bi bilûr û erbanê re derketiye pêş. Fatmayê diyar kir ku apê wê û bavê wê Dengbêj bûn û wiha got:“Ez ji ber fikrên xwe yên siyasî ketim girtîgehê û 9 sal ceza li min hat birîn. Di vê heyamê de min li girtîgehê kursa saz girt. Pişt re min dest bi nivîsandina stranan kir û dest bi çêkirina stranan kir. Min bi herdu zimanên kurdî û tirkî stran nivîsandin û gotin. Di stranên ku min bi kurdî nivîsandin de tişta herî zêde bandor li min kir jin bû. Ez ji jinên di nava civakê de, jinên şoreşger bandor bûm.

Hestên xwe bi mûzîkê tîne ziman 

Fatma, anî ziman ku zehmetî û zextên ku di dema girtîgehê de bi hevalên xwe re jiyane bandor li muzîka ku çêkiriye jî kiriye û diyar kir ku wê dest bi nivîsandina van zehmetiyan kiriye:"Zehmetiyên jin, dayik û hevalên min ên jin ên li girtîgehê bandorek mezin li jiyana min dike. Heta ku ez sax bim, ev ê bandorê li min bikin û ez ê binivîsim. Di jiyana ku gelek zehmetî lê hene, carinan mirov nikare hest û ramanên xwe bîne ziman. Ez hem raman û hem jî hestên xwe bi muzîkê vedibêjim. Ez bi vî awayî xwe azadtir hîs dikim. Çand û hunera Kurdî gelek bandorê li ser vê yekê dike. Weke ku tê zanîn li hemû cîhanê jin li dijî zîhniyeta tarî têdikoşin. Ez weke jineke Kurd di nava vê civakê de dixwazim di qada muzîkê de têbikoşim. Ez dixwazim têkoşîna jinan a li girtîgehan bigihînim cîhana derve. Ez hêvî dikim ku di siberojê de di stranên ku bi kurdî dinivîsim de têkoşîna jinan û çanda kurdî zindî bihêlim."

JINNEWS/NAZLICAN NÛJÎN YILDIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.