Bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê doh li seranserê Ewrûpayê bi çalakiyan hat rûreşkirin. Çalakî bi pirranî li ber avahiyên sefaret û konsolosxaneyên dewleta Tirk hatin kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Elmanyayê Hannoverê, komploya 15’ê Sibatê protesto kirin, peyama ‘Heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, em ê nerawestin.’
Kurdistanî û dostên xwe li bajarê Hannover ê Elmanyayê komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk protesto kirin.
Di mîtîngê de li ser navê YJK-E’yê Altay Bîschof got: “Em jinên Kurd û gelê Kurd heta Rêbertiya me azad nebe, em ê nesekinin. Divê hêzên komploger hesab bidin. Divê dawî li komplo û tecrîda li dijî Rêber Ocalan bi dawî bikin.”
Berxwedana Garê silav kirin
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer jî ji bo azadiya Ocalan gereke bi duçerxeyan organîze kir.
Ciwan li Meydana Museumsquartier a Viyanayê kom bûn, komploya navneteweyî prtoesto kirin. Wan berxwedana Garê jî silav kir.
Li Norwêcê beriya bi hefteyan çalakiyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin. Ev rêzeçalakiyên li Norwêc bi mîtînga li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Osloyê dawî bûn.
Li paytext Norwecê Osloyê, ciwanên Kurdistanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afîşên bi daxwaza azadiya wî daliqandin.
Li bajarê Qibrisê Lîmasolê li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, Kurdan û dostên wan komploya 15’ê Sibatê li Moloz Parkê şermezar kir.
Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve’ hatin gotin û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
Çalakgerên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û faşîzmê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de siyasetvanê Kurd Lezgîn Serhat got, “Esareta Rêber Apo esareta gelên Rojhilata Navîn e. Ev esaret wê parçe bibe û wê Rojhilata Navîn azad bibe. Berxwedana mezin a li Garê ku li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî vê esaretê ye. Em ê li hemberî van dagirkeran li ber xwe bidin. Azadî wê bi ser keve.
Manşeta La Marseillais bû 'Azadî ji Ocalan re'
Rojnameya cihî metropola Fransî Marsîlyayê, La Marseilllaise, daxwaza ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir manşet.
Rojnameyê di salvegera 22'an a komploya 15'ê Sibatê de bi manşeta xwe doza azadiya Ocalan kir.
Rojnameyê ji bilî manşetê 4 rûpelên xwe ji vê mijarê re veqetandin.
Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameyê Leo Pûrgûette di vê hejmara rojnameyê de wiha nivîsî, "Dem hatiye ku Fransa ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst û azadiya Mandelayê Kurdan Ocalan, hewl bide."
Di rojnameya Polîtîken a Danîmarkî ya netewiye de ku rojnameya herî mezin a Danîmarkayê ye, cih da îlanekê. Bi vê îlanê, kesên îlan dayî doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN