Azadî û maf dîsa binpê kirine
Sêşem 28 Kanûn 2021 - 22:15
- Ji bo endamên DÎAY-DER'ê yên ku ji ber ku xutbe bi Kurdî dabûn hatibûn girtin, miracaetî Dadgeha Destûra bingehîn a Tirk (AYM) hat kirin.
Ji bo endamên DÎAY-DER'ê yên ku ji ber ku xutbe bi Kurdî dabûn hatibûn girtin, miracaetî Dadgeha Destûra bingehîn a Tirk (AYM) hat kirin.
Di 3'yê Tîrmehê de li Stenbolê 26 endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Dînî (DÎAY-DER) hatibûn binçavkirin. Piştî 6 rojan, 9 ji wan hatibûn girtin û 17 jî hatibûn berdan. Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû bi hinceta ku xutbe bi Kurdî dane, hatibûn girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, piştî 6 mehan îdîaname amade kir û berpêşî Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê kir. Îdîaname hê li dadgehê ye.
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo muwekîlên xwe Alî Fûat Hatîp û Enver Karabey miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir.
Parêzeran hinceta “Mafê azadî û ewlehiya kesî”, "Mafê dadgehkirina adil" û "azadiya dîn û wijdan" miracaetî AYM'ê kir ji ber ku ev mafên muwekîlên wan hatine binpêkirin.
Parêzeran ji dadgehê ev xisûsên jêr xwestin:
- Hatiye tespîtkirin ku mafê azadî û ewlehiyê yê kesî yê di destûrê û Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) de hatine binpêkirin,
- Ji ber ku li ser dosyeyê biryara sînordarkirinê heye, aliyê miracaetê dike, nikare mafê xwe yê parastinê baş bike û li gorî Destûra Bingehîn û PMME'yê mafê parastinê û dadgehkirina adil hatiye binpêkirin,
- Hatiye tespîtkirin ku mafê azadiya dîn û wijdan hatiye bipêkirin,
- Ji ber van binpêkirinan em dixwazin zirara manewî bi tezmînata manewî ji holê bê rakirin.
STENBOL