Azadî tenê bi yekîtiyê dibe

În 25 Hezîran 2021 - 10:11

Heyeta bi serokatiya Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad, serdana kampa penaberan a Mexmûrê kir. Mexmûr ew bi salan e ji ber ambargoya PDK'ê û êrişên dewleta Tirk êrişî, tecrîdkirî û di rewşeke xirab a insanî de ye.

Hevserokên Meclîsa Gel a Mexmûrê, heyeta bi serokatiya Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad pêşwazî kir.

Heyet destpêkê çû serdana Saziya Malbatên Şehîdan û piştre li cihê ku dornên bi sîleh ên dewleta Tirk bombe lê barandin, lêkolîn kir.

Zeyneb Mûrad li cihê êrişê got, "Ev der ew cih e ku zarok lê perwerde dibin. Nuqteyeke leşkerî lê nîne. Em êrişê şermezar dikin û dixwazin ji xelkê kampê re piştgiriya xwe ragihînin. Em bang li hikûmeta herêmê, hikûmeta navendî ya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan dikin da ku li hemberî êrişên li dijî xelkê sivîl bêdeng nemînin. Mafê her Kurdekî heye ku li xaka Kurdistanê bi rengekî aram bijî. Ji bo ev ku kamp û gelê Kurd bi rengekî aram bijî, weke gelê Kurd divê em bi berpirsyariya xwe ya neteweyî rabin."

Mûrad banga yekîtiyê li Kurdan kir û got, "Kurd tenê bi yekîtiyê dikarin li ber êrişan rabin, dagirkeriyê bi dawî bikin û azadiya xwe misoger bikin."

Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan jî kêfxweşiya xwe ya ji serdana heyeta KNK'ê anî ziman û got, "Bi navê xelkê kampê em hewldanên KNK'ê yên ji bo yekîtiya Kurdan ji nêz ve dişopînin. Em bawer dikin ku bi vî karî gelê Kurd wê azad bibe."

MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.