Dawiya hefteyê li gelek bajar û navendên Elmanyayê qedexekirina 27 salan a PKKʼê li Elmanyayê bi çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan hat şermezarkirin. Kurdistaniyan û dostên wan PKK weke têkoşîna azadiyê destnîşankirin û gotin, azadî nayê qedexekirin.

Dawiya hefteyê hefteyê di serî de bajarên Elmanyayê li gelek dever û navendên Ewrûpayê çalakî ji bo rakirina qedexeya li ser PKKʼê hat lidarxistin. Di van çalakiyan de beşdariya zêde ya jin û ciwanan bal kişand û Kurdistaniyan tevî dostên xwe yên Ewrûpî xwestin qedexekirina PKKʼê bi dawî bibe.

Yek ji van çalakiyan jî li paytexta Elmanyayê Berlînê pêk hat. Qedexeya 27 salan a li ser PKKʼê li Wittenbergplatzê bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Li ser navê kolektîfa “Women Defend Rojava” Gisela Rhein axivî û got, “Bi sedema vê qedexeyê li Elmanyayê neheqî li Kurdan tê kirin. PKKʼê li gelek deveran li dijî DAIŞʼê şer kir. Hem Kurd û hem jî mirovatî parastin. Hukûmeta Elman bi vê qedexeyê kesên ji bo demokrasî, ekolojî û jinên têdikoşin krîmînalîze dike.” Li ser navê Azadî e.V jî Dr. Elmar Millich peyivî û got, ev qedexe tenê bi kêra dewleta Tirk û Erdogan tê.

Li bajarê Hannoverê jî li dijî qedexekirina PKK’ê ya li Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî bi banga Meclîsa Gel a Hannoverê pêk hat û bi sedan ciwan tevlî bûn. Çalakgeran qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê şermezar kirin.

Li bajarê Dortmundê jî Jinên Ciwan ên Têkoşer û Tevgera Ciwanên Şoreşger di çalakiya xwe navarojê de hem qedexe şermezar kirin û hem jî serbestiya Rêber Apo xwestin. Ciwanan piştî mîtînga xwe ya li ber Bahnhofê çûn komeleyê sînevîzyonek temaşe kirin û herî dawî jî êvarî meşek pêk anîn.

Li bajarê Duisburgê jî Kurdistaniyan û dostên xwe mîtîngek pêk anîn. Di çalakiyê de li ser qedexeya 27 salan axaftin hatin kirin û hat gotin, armanca wê gunehkarkirina Kurdan e. Nûnerên saziyên Elewiyan di mîtîngê de axivîn.
Kurdistaniyên li bajarê Hamburgê ji stasyona trênê ya Sternschanze dest bi meşê kirin û li ber Komeleya Rote Flora bi mîtîngekê bi dawî kirin. Kurdistaniyên ji Kielê jî beşdarî çalakiyê bûn.

Li bajarê Frankfurt, Giesen, Mainz û Mannheimê jî çalakî hebûn. Nûnerên sazî û dezgehan beşdar bûn. Di axaftinên xwe de polîtîkayên hukûmeta Elman ên destekê didin dewleta Tirk şermezar kirin. Nûnerên MLPD û Die Linke jî axivîn.
Di çalakiya li bajarê Nurnbergê de ji beşên cuda yên civakê kes beşdar bûn û nûnerên saziyan axivîn û gotin, têkoşîna azadiyê nabe were qedexekirin.

Li Stuttgartê Kurdan û dostên xwe qedexeya ji sala 1993an ve protesto kirin. Nûnerên gelek sazî û dezgehan beşdar bûn, tevî şermezarkirina qedexeyê salvegera damezrandina 43an a PKKʼê jî pîroz kirin.

POLÎTÎKA AZAD