Azadî li Şengalê ye
Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:04
- Gelek malbatên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyane Sîba Şêx Xidir ya Şengalê. Malbatên ku vegeriyane keyfxweşiya xwe bi van gotinan anîn ziman; “Em li vê derê hatine dinê, divê li ser axa xwe bijîn. Azadiya li Şengalê li ti cihekê din nîne.’’
Di sala 2014’an de piştî fermana 73’yan bi hezaran kes ji Şengalê koçberî Herêma Kurdistanê û derveyî wê bûn. Niha jî bi hezaran kes li kampên Dihokê dimînin. Lê ji ber pêşwaziya Rêveberiya Xweser ya Şengalê û biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya valakirina kampên Herêma Kurdistanê, tevî astengiyên PDK’ê jî gelek malbat vegeriyan Şengalê. Yek ji bajarokê herî zêde veger lê çêbûye, Komelgeha Sîba Şêx Xidir a Şengalê ye. Bi vegera koçberan re careke din jiyan li Sîba Şêx Xidir vegeriyaye. Di dema êriş û dagirkeriya DAIŞ’ê de gelek xanî li Sîba ji aliyê çeteyan ve hatibûn teqandin û herêm hatibû wêrankirin. Ji ber vê, li gel vegerê jî hema bêje Komelgeha Sîba jinûve ava dibe. Malbatên piştî 9 salan vegeriyane Sîba Şêx Xidir, kêfxweşiya xwe ya ji vegerê û zehmetiyên wê nirxandin.
Kamp mîna girtîgehê ye
Qeyser Qîranî yê beriya 4 mehan vegeriyaye Sîba Şêx Xidir, sedema vegera xwe bi van gotinan îfade dike: “Em li ku derê jî bin, cihê ti kesî ji me re nabe war. Ji bo li ser axa xwe bijîn, divê em kedê bidin. Em bi keda xwe malên xwe ava dikin. Em dizanin kamp ji me re nabin war.”
Qeyser Qîranî jiyana kampan weke jiyana di girtîgehê bi nav kir û got, “Azadiya li Şengalê li tu cihekî din peyda nabe. Di nava kampan de her tişt tê pirskirin. Her gaveke me dixin ber pirsan. Kamp weke girtîgehê ye. Çar aliyên me têl kirîbûn û ti kesî nedikarî bê destûr derkeve derve. Cûdahiya di navbera Şengal û kampan de gelek e. Niha em li mala xwe ne, bixwazin biçin ku derê ti kes pêşî li me nagire. Em li vê derê mezin bûne, jiyana me jî, mirina me jî wê li vê derê be. Yên ku dibêjin, li Şengalê jiyan nîne, gelo beriya fermanê çawa li vê derê dijîn? Derfetên niha li Şengalê hene, beriya fermanê nebûn. Niha li Şengalê hemû derfetên jiyanê hene.”
Cihê me ji her derê xweştir e
Xalîde Şemoya 9 salan di kampên Herêma Kurdistanê de maye; wê hestên xwe yên vegerê wiha vegotin: “Tevî xemgîniya derketina ji Sîbayê, niha hesta herî xweş ya ji ber kêfxweşiya vegerê bi me re çêbû. Gelek caran ji tirsa şewatê em ranedizan. Rast e, niha derfet li vê derê kêm in, lê dîsa jî cihê me ji her derê xweştir e.”
Piştî vegera gel a li Komelgeha Sîbaya Şêx Xidir, li aliyekî gel malên xwe ji nû ve ava dike, li aliyekî jî şaredarî dixebite û li aliyê din li ser daxwaza gel, Meclisa Gel ya Sibaya Şêx Xidir 12’yê Tîrmehê hate avakirin.
Çiyayê Şengalê warê me ye
Şivan Xwedêda jî bi avakirina mala xwe re mijûl e; wî bang kir li koçberên Sîbayê da ku vegerin: “Divê em li benda kesî nebin, malên me ji me re çêbikin. Divê em bi destê xwe mala xwe ava bikin. Ji ber ku em dizanîn ji derveyî Şengalê ti cihê me yê din nîne.”
Hevserokê Meclisa Gel ya Sibaya Şêx Xidir, Eto Xidir jî got, ”Me li Sîbayê gelek şehîd dane. Heta niha jî gelek gorên wan li vê derê hene. Ji bo em xwedî li şehîdên xwe derkevin, divê em vegerin ser warê xwe. Heta gel venegere, wê ti kes nebe alîkar.”