ALÎ OZŞERÎK
BERN
Stéfanie Prezioso parlamentera Partiya Yekîtiya Çepgir a Cenewreyê ye û endama Konseya Neteweyî (dikeve şûna Meclîsa federal) ya Swîsreyê ye. Wê beriya bi mehekê kampanyaya "Azadî ji HDP'ê re" dabû destpêkirin. Partiyên çepgir ên Ewrûpî û parlamenterên wan jî destek dan kampanyayê û kampanya niha bû kampanyayeke navneteweyî.
Stéfanie Prezioso bi kampanyayê dixwaze ku partiyên çepgir ên li dijî zextên Erdogan ên li dijî HDP'ê, piştgiriya navneteweyî xurttir bikin. Niha parlamenterên partiyên çepgir ên Ingilîstan, Portekîz, Spanya, Îtalya û Fransayê jî metna kampanyayê îmze kirine.
Di metnê de tê bibîrxistin ku dijberiya HDP'ê ya li dijî DAIŞ'ê sedema dadgehkirina HDP'ê ye û behsa berxwedana Kobanê û piştgiriya pê re tê kirin.
Di metnê de tê gotin, "Beramberî binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê, bermaberî rêveberiya Erdogan a otorîter, ew saziyên li ber xwe didin, HDP û tevgera neteweyî ya Kurd bi awayekî sîsitematîk dikevin ber zextên dijwar. Em hêrsa xwe beramberî zexta li dijî HDP'ê îfade dikin, ji bo piştgiriya navneteweyî em bang dikin, em beramberî vê rewşê bêdeng nabin, em naxwazin bêdeng bibin. Nabe ku em we ji bîr bikin. Ji HDP'ê re azadî, ji HDP'ê re azadî!"