Azadî bi bisk û keziyên Jînayê tê hûnandin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 03:41

412 hunermend, wêjevan û rewşenbîran bi gotina. “Jiyan û azadî, êdî bi biskên Jînayê tên hûnandin!” ji bo çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Mehsa Amînî, daxuyaniya piştgiriyê da. 

412 kesên ku di nav wan de hunermend, wêjevan û rewşenbîr jî hene, piştgiriya xwe ya ji bo protestoyên piştî Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê, ji aliyê "polêsên hîcabê” ve di nezaretê de bi êşkenceyê hatibû şehîdkirin, nîşan da. Di daxuyaniyê de wan got, “Em bi ser bilindî, bi şanazî serhildan û berxwedana jinên berxwedêr silav dikin!”

 

Ew ê dawiyê li tarîtiyê bînin

Di daxuyaniya bi îmzeya hevpar a 412 kesan de hate gotin, “Li Rojhilatê Kurdistanê jina Kurd Jîna (Mehsa) Amînî bi hinceta ku serê wê bi hîcabê bi rêk û pêk nehatiye nixumandin, hate qetilkirin. Li ser vê, xwepêşandan û serîrakirineke civakî, di serî de li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jinan û seranserê Îranê li hemû bajaran vegeriya raperîna jinan û gelan. Di vê serhildanê de heta niha bi dehan kes ji hêla rejîmê ve hatin qetilkirin.

Êdî jiyan û azadî bi bisk û keziyên Jînayê tên honandin! Azadî mafê bingehîn ê gerdûnî ye, jin û gelên ku îro li Rojhilatê Kurdistanê, li Îranê û cihanê hemûyî li ber xwe didin, ala azadiyê ya ku bi tayê porê xwe afirandine, bilind dikin. Em wekî hunermend, wêjevan û rewşenbîr baş dizanin ku jinên berxwedêr bi têkoşîna xwe dê dawîyê li tarîtîyê bînin. Em bi berxwedana jin û gelên birûmet serbilind in. Serketin wê ya berxwedêran be! Em bi we re ne! Jin Jiyan Azadî!”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.