Aysel şehîd bû

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 18:00

  • Siyasetvan Aysel Dogan a bi salan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de cih girt, li mala xwe ya li Elmanyayê şehîd bû.

Siyasetvan Aysel Dogan a bi salan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de cih girt, li mala xwe ya li Elmanyayê şehîd bû.

Endama Koma Aştiyê ya Duyemîn, Aysel Dogan sala 1999'an de li ser banga Rêber Abdullah Ocalan ji Ewrûpayê çûbû Tirkiyeyê, ji ber nexweşiya pençeşêrê, ev demeke dirêj bû li Elmanyayê dihat dermankirin. Ji ber ku dermankirin, ne serketî bû, ew pêr saet 14.00'an li mala lê dima, şehîd bû.

Dogan a ji zû de bû ji ber nexweşiya pençeşêrê derman dibû, sala 2011‘an bi operasyonên qirkirina siyasî hat girtin û ji ber zêdebûyîna nexweşiya wê, piştî ku çar salan girtî ma, 7‘ê Gulana 2015‘an bi biryara Dadgeha Bilind hat berdan. Aysel Dogan 17 salan di hepsê de mabû, çawa ku bi Koma Duduyan re hat welat, hat girtin û 10 sal cezayê hepsê lê hat birrîn. Sala 2009‘an ji girtîgehê derket û Komeleya Akademiya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê ava kir û di bin banê wê de xebitî. Sala 2011‘an 18 sal cezayê giran lê hat birrîn.

Aysel Dogan sala 1953‘yan li Dersimê hatibû dinê. Piştî qedandina beşê Mamostetiya Werzişê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê mamostetiya lîseyê kir.Piştî derbeya leşkeri ya 1980‘yî û bi pişt re gelek carah hat destgîrkirin û êşkence lê hat kirin. Bi salan bêyî dadgeh, bêyî pirs û lêpirsîn girtî ma.

Dogan, ji ber xebatên xwe yên li Dersimê, JÎTEM’ê ew ji xwe re kir armanc. Gefên kuştinê lê xwarin, ji wê, sirgûn bû. Li Elmanyayê tev li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û xebatên siyasî bû.

Sala 1999’an di encama hewldanên aştiyê yên Rêber Abdullah Ocalan de, di nav Koma Aştiyê ya ku wê ji Ewrûpayê biçe Tirkiyeyê de cih girt. Ew 10 salan di hepsên Meletî û Elbistanê de ma.

Aysel Dogan piştî ku hat berdan cardin çû bajarê xwe Dersimê. Di nav damezirînerên Komeleya Bawerî û Çanda Elewîtiyê ya Dersimê de cih girt. 

Di êrîşên qirkirina siyasî yên bi navê KCK ê yên hikûmeta AKP’ê yên bi hevkariya Cimaetê yên piştî Hilbijartinên Giştî yên sala 2007‘an de, payîza sala 2011‘an hat girtin û 18 sal cezayê giran lê hat birrîn.

Ketibû rojiya mirinê

Aysel Dogan, di koma diduyan a çalakiya rojiya mirinê ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan a girtiyên PKK û PAJK’ê ya payîza sala 2012‘an de cih girt.

Aysel Dogan, di girtîgeha Girtî ya Amedê de bi nexweşiya pençeşêrê ket û emeliyat bû bi şûn de, ji ber ku nexweşiyê lê zêde kir sala 2015‘an hat berdan. Piştî hat berdan Dogan li Dersimê bi cih bû, li vir jî bi gel re tev li xebatan bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.