Axcelerê dîsa bombebaran kirin

Sêşem 2 Çile 2024 - 01:30

Doh danê sibehê balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker, gundek ser bi bajarokê Axceler ya ser bi navçeya Çemçemalê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Çinartu ya ser bi bajarokê Axceler ya girêdayî navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê carek din bombebaran kirine.

Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye di 27 û 28’ê Kanûna 2023’yan de jî balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker heman gundê Çinartu ya li sînorê navçeya Axcelerê bombebaran kiribûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.