Ax pîroz e dest jê bernadin
Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 00:42
Li Navenda Çandî ya Kerkûkê, ji xwediyên kêlgehên mirîşkan û cotkarên Kurd nêzîkî sed kesî li dijî dagirkirina erdên xwe û wan binpêkirinên ku li dijî cotkarên Kurd û Tirkmen ên li Kerkûkê ji aliyê Erebên Hawirde û artêşa Iraqê ve tên kirin, civîneke nerazîbûnê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de, kesayetiyê navdar ê bajarê Kerkûkê û herêma Xurmatûyê Dr. Hesen Germiyanî li ser navê cotkaran û xwediyên kêlgehên mirîşkan ji çapemeniyê re axivî û got:"Em daxwazê ji nûnerên bajarê xwe dikin li Bexdayê ku li hemberî wê binpêkirina ku li dijî Kurd û Tirkmenên bajêr tê kirin, bêdeng nemînin. Em hemû bi hev re dikarin bi rêya xebatên demokratîk, grevên birçîbûnê, xwepêşandan û giliyan rê li ber van binpêkirinan bigirin ku li dijî cotkarên Kurd û Tirkmenên bajêr tên kirin. Ji ber vê yekê pêwîst e em hemû bi yek dengî li dijî zilm û binpêkirina mafên xwe rawestin." Dr. Hesen Germiyanî îşaret bi dagirkirina erdên Kurdan li herêma Daqûqê li başûrê Kerkûkê tê kirin kir û got:"Niha li Daqûqê ya ser bi Kerkûkê, Erebên Hawirde bi darê zorê erdên cotkarên Kurd dagir dikin û di nav erdên Kurdan de bîrên avê lê didin. Em ê weke nûnerên cotkaran û xwediyên kêlgehên mirîşkan, serdana aliyên peywendîdar bikin ji bo çareserkirina wê zilma ku li ser Kurd û Tirkmenên bajêr ji aliyê Erebên Hawirde û artêşa Iraqê ve tê kirin. Em hêvîdar in ku aliyên peywendîdar û nûnerên bajarê me li Bexdayê dengê me bibihîzin û pirsgirêkan bi awayekî bingehîn çareser bikin, ne wekî her carê bi awayekî demkî. Ji bo me Kurdan pîroziya axê heye. Eger ax tune be, wê demê gel û jiyan jî namîne."
ANF/KERKÛK