Erdal Aksu ji Agirî bû. Ew li gundê Yixnî sala 1965´an hatibû dinê. Erdal Aksu zewicandî bû û mamostetî dikir. Wî dev ji mamostetiyê berda û tevlî nav refên PKK´ê bû. Di dîroka Tevgera Azadiya Kurd de yekemîn çalakgerê balefirê ye. Wî bi çalakiya balefirê komploya navneteweyî ya 15´ê Sibatê protesto kiribû. Erdal Aksu ji bo ku zirar li sivîlan nebe, ne şer kir, ne jî bombeya di destê xwe de teqand. Gava ku hin ji tîmên taybet ên qatil pê re dipeyivîn, hinên din bi dehan guleyan ji pişt ve lê direşînin.  

Erdal Aksû di pêvajoya komployê de, ji xwe re weke dem, salvegera 75’an a damezrandina Komara Tirkiyeyê hilbijart. Wî dixwest balefirê bibe Lozanê. Bi vê jî wî bal dibir ser Peymana Lozanê ya ku pê sala 1923´yan welatê wî pê hat çarparçekirin. 

Ew hê zarok bû, bi malbatê re koçberî Mêrsînê dibe. Di qezayeke trafîkê de bavê wî miribû, û bi zehmetiyan jî Enstîtuya Perwerdehiyê ya Agiriyê qedandibû û bûbû mamosteyê dibistana seretayî. 

Gava ku wî li Pasûra Amedê mamostetî dikir, helwêsta wî ya şoreşger û welatparêz bal kişandibû ser xwe. 

Peyama xwe da lê ne li Lozanê

Wî 29´ê Cotmeha 1998´an ji pîlot re gotibû, “Ev balefir roja ku Komara Tirkiyeyê ava bûye, divê dakeve Lozanê”.  Pîlot got, benzîna wan têra daketina Sofyayê dike. Piştre axaftina xwe ya bi birca kontrolê ya Tirk re wekî ku bi rayedarên Bûlxar re diaxive, bi Ingilîzî dewam dike. Di çarçoveya vê pîlana birca kontrolê û pîlot de, balefir daket balefirxaneya Esenboga ya Enqereyê.

Wî ji muzakerevanê Tirk re got, “Ez di şexsê Rêberê Giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan de û şoreşgerên di girtîgehan de li dijî vê tevgera tunekirina kesayetê ya Komara Tirkiyeyê û protestokirina dewleta ku hemû kesên demokrat û ronakbîran dike hedef, dixwazim balefir dakeve bajarê Lozanê yê Swîsreyê yê ku bingeha vê dewletê lê hatiye danîn. Bijî Serok Apo…”

Wî 29´ê Cotmeha 1998´an ev çalakiya xwe kir, yanî piştî komploya 9´ê Cotmehê bi 20 rojan. Wî tenê dixwest bi daxuyaniyeke li Lozanê komplogeran û dewleta Tirk a qirker rûreş bike. Li bajarê ku welatê wî berî hingî bi 75 salan lê hatibû parçekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN