Awaz awazên Kurdî zindî dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Nîsan 2023 - 10:11

Awaz Kalê yê 8 salî çanda lêxistina bilûrê diparêze û bi nefesa xwe ya piçûk û nazik hestên hunermendeke mezin vedibêje. Awaz hevaltiyeke xurt bi bilûra xwe re ava kiriye û jê hez dike.  Awaz Kalê li bajarê bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2019’an hat dagirkirin, hatiye dinê û niha tevî malbata xwe li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimîne.

Çanda bilûrvaniyê

Çanda Kurdî bi foklor û reseniya xwe dewlemend e. Hunermendên herî mezin di dîrokê de di nav çanda Kurdî de ev nasname girtine û deng vedane. Beriya hezaran salan hemû hunermend û mirovên ku dengê wan xweş bû ji tiştên herî hêsan amûrên muzîkê diafirandin û pê awazên xwe parve dikirin. Bilûr jî amûrekî muzîkê yê nefesê ye û di çanda Kurdî de bi şivanan tê nasîn. Bilûr heşt kunên wê hene 7 li jor in û yek li jêr e, ji cureyên daran ên taybet tê çêkirin. Kesên ku li vê amûrê dixin pêwîst e xwedî nefeseke dirêj bin û bizanibin ji kîjan kuna bilûrê wê nefesa wî bibe awaz. Di roja îro de kesên li vê amûrê dixin kêm mane ji ber heya asteke bilind hatiye paşguhkirin û hunermendên wê pir kêm in. Lê helbet dîsa çanda bilûrvaniyê di nefesa zarokên Kurd de vedijî û awazên foklora çanda Kurdî vedibêjê.

Di Orkestraya Rojava de cih digire

Awaz Kalê behsa hezkirina xwe ya ji bilûrê re kir û ev yek anî ziman: “Di mala me de bavê min Kawa li bilûrê dixist, min hez kir ez bizanibim bavê min çawa lêdixe û wisa ez ji dengê awazên wî hîn bûm. Niha ez di dibistanê de refa duyemîn dixwînim û pirrî caran bilûra xwe bi xwe re dibim dibistanê ji hevalên xwe re lêdixim. Her wiha di koma zarokên Orkestraya Rojava de cih digrim. Dema ez mezin bibim dixwazim bibim bilûrvanekî bi nav û deng.”

JÎNHA/QAMŞILO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.