Ava Spî û ribaba zarokan

Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 01:55

Li ser Ava Spî ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê zarok li ribabê didin û geştiyar li ber dengê ribabê govendê digerînin.

Ribab ku yek ji hîmên bingehîn ê çand û folklora kurdî ya govendê ye bi sedan salane li ser hemû erdnîgariya Kurdistanê berdewam dike. Hê jî di şahiyên kurdan de û nexasim dema ku di şahiyê de daxwaza dîlan û govenda kurmancî hebe bê ribab govend germ nabe kelacana govendgêran nagihê lutkeya kêfxweşiyê. Di geşt û seyranên li ser Ava Spî ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ev kevneşopiya xweş a govenda li ber ribabê berdewam dike. Gelek geştiyar ne tenê ji bo geştê lê ji bo guhdarîkirin û govenda li ber dengê kemançeyên wan zarokên xweşik û jêhatî berê xwe didin ser Ava Spî û rojeke xweş derbas dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.