Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Oon Ziyap diyar kir ku Tirkiye û Îran bi qest projeyên bendavan çêdikin da ku avê ji ser Iraqê kêm bibe û vê bi awayekî siyasî bi kar bînin.

Oon Ziyap derbarê pirsgirêka avê ya Iraqê û polîtîkayên dewletên Îran û Tirkiye de axivî. Oon Ziyap diyar kir ku Tirkiye û Îran bi qest projeyên bendavan çêdikin da ku avê ji ser Iraqê kêm bikin û vê bi awayekî siyasî bi kar bînin. Oon Ziyap got, vê hiştiye ku ava Iraqê kêm bibe, bandoreke neerênî li çandiniya herêmê, bi taybetî bandoreke nebaş li  parêzgehên navîn û başûrê Iraqê kiriye.

Halê hazir, ev demek e li Iraqê pirsgirêka avê heye. Tirkiye û Îran bi navê bendavan avê ji ser Iraqê qut dikin, her wiha wekî amûreke siyasî bi kar tînin. Ji ber ku îsal baran jî kêm bariya, hişkesalî heye û pirsgirêka avê ya Iraqê girantir bûye. Her çiqasî di navbera rayedarên Iraqê û rayedarên Tirkiye-Îranê de hevdîtin hebin jî, heta niha çareser nebûye.

Di 10’ê Tîrmehê de jî Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Reşîd El-Hemedanî diyar kiribû ku heger Îran politikaya xwe ya avê bi vî rengî bidomîne, ew ê giliyê  Îranê bikin li qada navneteweyî.

ROJNEWS/BEXDA