- Dewleta Tirk avê weke sîleh li dijî Rojava, Başûr û temamê Kurdistanê bi kar tîne. Ercan Ayboga dibêje, Rêveberiya Xweser û civaka sivîl a Rojava dikarin çalaktir bibin û vê meseleyê bixin rojeva cîhanê.
LUQMAN GULDIVÊ
Li temamê Kurdistanê îsal hişkesaliyê tesîr li çandiniyê û jiyanê kir. Lê ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kir, vê yekê tesîreke gelekî mezin li Rojavayê Kurdistanê kir. Li ser mijarê, aliyên wê yên hiqûqî û çalakgeriya civaka sivîl em bi endamê Tevgera Ekolojiyêya Mezopotamyayê, çalakgerê hawîrdorparêziyê û cîgirê rêveberê buroya Weqfa Rosa Luxemburg a Hessenê Ercan Ayboga re peyivîn. Bi ya wî Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û dewletên Iraq û Sûriyê dikarin mijarê bixin rojeva rêxistinên navneteweyî, lê ji bo vê têra xwe hewl nadin.
Ne tenê şermezar bikin
Di asta Rêveberiya Xweser de Ayboga dibêje, "Ji bo mirov di nava rayagiştî ya cîhanê de meseleyê bike rojevê gelek rê û derfet hene. Yek jê ew e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî vê xweşik bi hejmaran darîçav bike. Yanî ne tenê daxuyaniyê bide û şermezar bike, lê bi awayekî zelal bibêje, kengî, çawa û çiqas av hatiye qutkirin. Gava bi bûyer û hejmaran raporeke baş hat nivîsandin, rehettir dibe rojev. Niha carinan vê dikin, lê divê bi rêkûpêk be ev.
Piştre jî rola me civaka sivîl di asta navneteweyî de heye. Rêxistinên Nehikûmetî yên Navneteweyî û tevgerên hawîrdorparêz dikarin vê bikin. Lewma, hîna nû hingê medya navneteweyî û rêxistinên weke NY´ê elaqedar bibin û berê xwe bidin meseleyê."
Dewra civaka sivîl a Rojava
Bi ya Ercan Ayboga rola civaka sivîl a Rojava dikare zêdetir be û tesîrê li siyaseta Bakur jî bike: "Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî divê civaka sivîl çalaktir be. Divê ew zextê li Rêveberiya Xweser bikin li aliyekî, li aliyê din jî bangan bikin, kampanyayan bi rê ve bibin da ku weke nimûne li Bakur û li Tirkiyeyê HDP bi mijarê dakeve. Em jî niha bi navê Save the Tigris (Dîcleyê rizgar bike) kampanyayekê bi rê ve dibin. Lê ev hîna gelekî ne xurt in. Yanî derfet ji bo civaka sivîl hene, lê dewlet naxwazin serê xwe bi Tirkiyeyê biêşînin. Divê mirov daimî têbikoşe û dev jê bernede. Encam hema di cih de nayên wergirtin. Divê civaka sivîl karibe bi mirovên Iraq û Sûriyê, bi rêxistinên civaka sivîl ên li van welatan re kar bike, ji bo hevkarî bi pêş bikeve xwe bêhtir biwestîne. Ew dikare bi kampanyayan vê bike. Kampanyayeke li Rojava dikare li temamê Sûriyê, Şamê û Helebê belav bibe. Ew ê destekê jî bibîne. Ev ê zextê li hikûmeta Şamê jî bike û raya giştî ya Ereb jî hestiyar bike."
Hişkesalî ne demkî ye
Bi ya Ercan Ayboga hişkesalî êdî bi rêkûpêk çêdibin û ji ber vê jî divê siyaseta avê û çandiniyê li gorêî vê li Rojava ji nû ve bê diyarkirin: "Wekî din li Bakur û Rohilatê Sûriyê ji bo dema navîn divê çandinî wiha bê biteşekirin ku bi hindiktir avê karibe îdare bike. Hin hewldan hene, divê ev bi rêkûpêk bin, lewma hişkesalî dikare her du salan carekê bibe. Gava siyaseta avê li gorî vê hat diyarkirin jî divê adilane bê parvekirin û dûrî yekdestdariyê be. Divê xweşik bê diyarkirin ka av ji bo çi aciltir lazim e. Li Bakur jî îsal hişkesalî hebû di Nîsanê de. Ji ber wê li Bakur jî divê mirov di warê bikaranîna avê de ji nû ve bifikirin. Projeyên avdaniya mezin divê bi dawî bibin û ava ku ji bo temamê Kurdistanê û Mezopotamyayê ye, nabe ku tenê li Bakur bê bikaranîn."
Iraq û Sûrî tiştekî nakin
Li ser bingehê hiqûqî yê navneteweyî ew dibêje, "Elaqedarî Sûriyê li ser çemên keştî di wan de naçin ên navnetweyî, peymaneke Neteweyên Yekbûyî heye. Tirkiyê mohr nekiriye, lê têra xwe welatan mohr kiriye. Ji çend salan ve weke pîvan tê qebûlkirin, lê ti çerx û mekanîzmayek nîne ku karibe wê ferz bike. Wekî din peymaneke dewleta Tirk bi Sûrî re heye ya 1998´an. Hingê dewleta Tirk qebûl kir saniyeyê 500 mereyên kubî avê berde ber bi aliyê Sûrî ve. Lê piştî ku Bendava Tişrînê kete destê QSD´ê, ji 2016´an ve wê dest pê kir ku avê kêm bike. Nexasim bihar û havînan wê di navbera 200 û 300 metreyên kubî serê saniyeyê av berda. Ev jî tesîrê li çandiniya li kêleka Firatê dike, tesîrê li peydakirina ava vexwarinê ya Kobanê dike. Lê ji wê jî wêdetir tesîrê li dabînkirina elektrîkê dike. Jenaratorên li bendavên Tişrîn û Tebqayê yên herî muhim in ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî. Wekî din jî ji dagirkirina Serêkaniyê û vir ve pumpeya avavexwarinê ya Elûkê weke sîleh tê bikaranîn li dijî nîv milyon mirovên li Hesekê û Til Temirê. Dewleta Tirk heta niha 13 caran av ji ser Hesekê birrî."
Berdêla avê li Iraqê giran dike
Herçî Iraqe ti peyman di navbera wê û Tirkiyeyê de nînin. Ayboga dibêje, "Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ti peyman nînin. Bendava Ilisuyê û gelek bendavên din ên gir û hûr hene. Lê heta niha av zêde nehatiye qutkirin. Ji ber ku kapasîteya gewimandina avê ya van bendavan ne gelekî zêde ye. Ji ber ku 2019 û 2020´an baran xweş bariya, nebû mesele.
Niha memorandûmek hatiye amadekirin. Ev di parlamanên herdu welatan de hat minaqeşekirin, lê hîna nehatiye erêkirin. Tirkiye teahud dike ku ew ê bi qasî lazim e avê bide Iraqê, lê li hemberî vê dixwazê berjewendiyên xwe yên aborî misoger bike - weke projeyên mezin ên dewletê bidin şirketên Tirk. Li aliyê din ew dixwaze destûra wê hebe, kengî bixwaze, eskerî dest werde Başûrê Kurdistanê."
Ercan Ayboga ku bi xwe muhendisê Bendavan e - li ser jihevdexistina wan pispor e- dibêje, hem Iraq û hem Sûrî tevî ku dikarin meseleyê bixin rojeva dinyayê jî, vê nakin: "Iraq û Sûrî jî karibûn meseleyê bibin ber destê Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, lê ji ber tirsê û berjewendiyan, ew vê nakin. Ew li hemberî siyaseta avê ya dewleta Tirk pirr kêm caran daxuyaniyan jî didin û ev yek Tirkiyeyê bi hêz dike da ku bi vî awayî dewam bike."
Armancên siyaseta avê ya Tirkiyeyê
Li ser armancên siyaseta avê ya dewleta Tirk Ercan Ayboga dibêje, "Tirkiye avê ji bo gelek armancên siyasî û aborî bi kar tîne. Hem li nav sînorên dewleta xwe û hem jî li derveyî sînorên xwe. Li derveyî sînor, nexasim li dijî Iraq û Sûriyê ye. Bi bendavên li ser Dîcle û Firatê û li ser çemên diherikin nava wan, av weke sîleh tê bikaranîn. Bi vê sîlehê zext li van dewletan tê kirin, potansiyela muzakereyan ji dewleta Tirk tê zêdekirin. Yanî dibêje, temam ez ê avê bidim te, lê tu jî tê filan û bêvanê bidî min. Mesela ji Iraqê re dibêje, destûrê bide min ez êrişê bibim ser Kurdên li Başûr.
Lê ne tenê armanceke bendavan heye. Berjewendiyên aborî bi rastî hene, weke hilberîna elektrîkê. Ew ji sedî 10´ê elektrîka Tirkiyeyê hildiberînin. Piştre meseleya çandiniyê heye. Bi avdaniyê hilberîna berhemên çandiniyê ji bo bidestxistina dovîzan heye. Wekî din bi van avahiya aboriyê bi awayekî radîkal dikare bê guhertin: Xwedîerdên mezin tên teşwîqkirin, yên piçûk ne weke wan. Motîvasyona siyasî jî li dijî Iraq û Sûriyê ye. Armanca dinê ew e ku Kurdan ji geliyan bike der, wan li cihan bi cih bike ku rehettir dikare kontrol bike, û mirovan rehettir asîmîle bike. Heke bi van projeyan şûnwarên dîrokî çandî tên tinekirin û ev jî asîmîlasyonê hêsan dike, ev jî bi dilê dewletê ye. Dewlet şûnwarên aliyê Tirkan jî tine dike, lê li herêmên kurdan zalimtir û xedartir e. Bendava Ilisuyê jî yek ji wan mînakan e ku ev armanc û xislet hemû bi hev re tê de xuya dikin. Ji bo dewleta Tirk di warê stratejiyê de muhim bû ku vê bendavê ava bike."
Dîrokçeyeke berxwedana ji bo avê
Nerazîbûnên pêşî yên cidî li dijî bendavan û tinekirina şûnwaran destpêka salên 2000´î xwe dan der û ew jî elaqedarî Heskîfê û bendavên li ser çemê Munzirê yên li Dêrsimê bûn. Înîsiyatîf û kampanyayên yekoyeko peyda bûn. Piştre kampanyayên li dijî projeyan bi pêş ketin. Ber bi salên 2010´î ve ev bi konsepta Konfederalîzma Demokratîk guherî. Minaqeşe hinekî teorîk bû bi Ekolojiya Civakî. Vê yekê xwe her çû zêdetir da qebûlkirin. Pê re jî ne tenê li dijî bendavan, lê her wiha li dijî projeyên kanan, projeyên veberhênanê yên xiraker ên li gundewaran û her wiha li bajaran jî. Kapîtalîzma neolîberal projeyên bi vî rengî bi destê dewletê û sermayeyê piştî 2010´ê zêde kirin li bajaran.
Çileyê 2011´an bi foruma ekolojiyê re minaqeşeyên li ser tevgereke hevpar hatin kirin. Çapemeniya Kurdî jî bi awayekî çalak destek da vê tevgerê. Para bêhtir civaka sivîl ev tevger bi rêxistin kir. Partiyên siyasî serê pêşî dûrî tevgerê bûn di warê pratîkê de. Bi vî awayî Tevgera Ekolojiyê ya Mezpotamyayê hat damezrandin. Niha, ew tevgera herî xurt e li dijî siyaseta bi projeyên veberhênanê xirakirina xweza (jiyana cûreyên heywan û nebatan), çand (çi maddî çi jî manewî) û civakî, nexasim jî li gundewaran