• Tirkiye û Iraqê li ser meseleya avê wê bicivin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê, ji bo zelalkirina dosya avê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de, herdu welat wê bicivin.

Rêveberê Giştî ya Plansaziyê yê li Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê, Cemal Muhsîn derbarê dosya avê de ya bi Tirkiyeyê re ji medya Iraqê re axivî. Cemal da zanîn ku di demeke nêzîk de ew ê bi Tirkiyeyê derbarê dosya avê de bicivin.

Cemal di dewamê de got, lijneya hawirdekirinê ya her dû welatan, ji bo zelalkirina dosya avê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, wê di rojên bê de wê bicivin.

BEXDA