Tirkiyê av kir sîleh
Çarşem 11 Gulan 2022 - 22:21
- Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker, ava çemê Firatê kêm kiriye, saetên dayîna elektrîkê ji bo bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dakete 6 saetan.
CÛMA MIHEMED / ANHA/KOBANÊ
Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker, ava çemê Firatê kêm kiriye, saetên dayîna elektrîkê ji bo bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dakete 6 saetan.
Gerînendeyê Bendava Tişrîn Hemûd El-Hemadîn ji ANHA`yê re got ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji Tirkiyê ve, bernameyeke nû ji bo saetên dayîn kehrebeyê diyar kirin.
Endezyar Hemûd El-Hemadîn got, li gorî bernameyê nû ji saet 16:00`an heta 22:00`an ew ê elektrîkê bidin gund û bajaran. Beriya niha li gundan 2 saet û li bajaran 4 saetan zêdetir elektrîk hebû.
Hemadîn got, herî zêde wê bandor li Kobanê û Minbicê bibe.
Li gorî El-Hemadîn, rêjeya ava çemê Firatê di saniyekê de daketiye 200 metrekabê û got, di roja yekemîn a Cejna Remezanê de di saniyekê de daket 125 mitrekaban.
Dewleta Tirk ji 27`ê Çileyê 2021`ê ve ava çemê Firatê ji ser xaka Sûriyê qut kiriye. Bi vê yekê rêjeya avê di saniyekê de daket 200 mitrekabî. Li gorî peymana berê ya di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de, divê Sûriyê herî kêm 500 mitrekab av di her saniyekê de wergire.
Metirsî zêdetir dibin ku qutkirina avê dewam bike, nexasim ku çemê Firatê her sal di mehên buharê de diherike, lê dewleta Tirk avê qut dike. Ji ber vê yekê jî demsala havînê û mehên bê, dê yên herî zehmet bin ji bo gelê Sûriyê.
Beriya çend salan ji ber helandina berfa li ser deşta Ermenîstanê, rêjeya ava çemê Firatê di buharê de û di her saniyekê de hezar mitrekab herikî.