Dewleta Tirk û hişkesalî bi hev re

În 12 Mijdar 2021 - 23:55

  • Ji ber barîna kêm a baranê, siyaseta dewleta Tirk a qutkirina avê, û ji ber ku cotkar ava bendava Diwêsat a li bakur rojavayê Sûriyê zêde bi kar tînin, bendav ziwa bûye. 

Ji ber barîna kêm a baranê, siyaseta dewleta Tirk a qutkirina avê, û ji ber ku cotkar ava bendava Diwêsat a li bakur rojavayê Sûriyê zêde bi kar tînin, bendav ziwa bûye. 

Guhertina avhewayê xetera ziwabûnê zêde dike. Li Sûriyê jî îsal baran kêm bariya, ji ber wê, berhemdariya genim kêm bû, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya ava bendava Firatê pirr kêm bûye ji ber ku dewleta Tirk av qut kir.

Ava bendava El-Diwêsat a li herêma Derkûş a gundewarê rojavayê Idlibê, ya li ser golekê, ziwa bû. Gola li paş bendavê, bûye çiraveke biçûk û li dora wê erd qelişî ye, darên hişk û bermahiyên hestiyên ajalan hene. Li gorî AFP`ê, ji ber ku baran îsal kêm bariya, bendav kevin bû û ji ber ku cotkar ava bendavê pirr bi kar tînin, ava golê ziwa bûye.

Ji dema avakirina bendavê vê ev cara diduyan e ku bendav ziwa dibe. Cara ewilî jî 1994 bû. Li gorî Banka Navneteweyî, li paş bendava Diwêsat 3.6 milyon metrekab av tê girtin û ji bo avadana herêma çandiniyê ya li derdorê tê bikaranîn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.