Atolyeyên dijî şerê taybet

În 23 Tebax 2024 - 00:26

  • Endama Meclîsa Jinê ya DBP’ê Elîf Tûran diyar kir wan di atolyeyan de xwe gihandiye gelek jinî, têkilî armanca dewletê ji şerê taybet got, ‘Civakê ji nirxên xwe yên cewherî dûr bixîne û civakîbûnê biqedîne. Li ser vê bingehê ji bo jinûve avakirina civakîbûnê, ji bo civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk bigihêje nirxên xwe yên cewherî çi ji destê me bê divê em bikin.’’

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi jinan re dicive. Derheqê atolyeyan Endama Meclîsa Jinê ya DBP’ê Elîf Tûran got,’’ Bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê li dijî vî mejî hîn bêhtir li hemberî qirkirina civakê têbikoşin û bi perwerdeyê rêxistiniya xwe xurt bikin."

Elîf Tûran bal kişande ser şerê li seranserê cîhanê diqewime, diyar kir encam û amûrên şer cuda ne, armanc jê ew e ku mirov ji dîrok, çand, hişê civakî bibe, bêvîn, bêqîmet bihêle û ji cewhera xwe dûr bikeve û got,"B vê çarçoveyê bi giranî êriş li ser jin, ciwan û zarokan tê kirin. Li ser vê bingehê weke amûrên şerê taybet; bê îrade hiştin, dûrxistina ji xwe, di bin navê hezkirin û eşqê de xistin, polîtîkayên asîmîlasyonê, dûrxistina ji nasname, ziman û çanda xwe, gotegot, bikaranîn zimanê neyînî, sîxurkirin, dizî, çetetî, rêbaza arabesk, feraseta qederperest, xizanîkirin, koçberkirin, teşwîqa ji bo bikaranîna narkotîkê, destavêtin, destdirêjî, qirkirina xwezayê, qirkirina jinê, dûrxistina ji nirxên exlaqî têne bikaranîn."

Elîf Tûran destnîşan kir civakên bêrêxistin li hemberî êrişan bêparastin dimînin, civakên wiha ji cewher û çanda xwe qut dibin û got,’ Ev êrişên li ser nasnameya me ya Kurd ji ber wê ferasetê ye ku li ser me ferz dikin ku em dikarin bibin her tişt, lê belê nikarin bibin Kurd. Hewl didin me ji ziman, çand, îrade û nirxên me qut bikin Weke Meclîsa Jinê ya DBP'ê me biryar dan ku li dijî polîtîkayên şerê taybet atolyeyan lidar bixin û vê yekê kelecaneke mezin da me. Li hemberî van polîtîkayan nedibû ku em bi xemsarî tevgerin. Weke Meclîsa Jinê ya DBP'ê li bajarên Êlih, Sêrt, Şirnex, Erzîrom, Amed, Mêrdîn, Çewlik û Rihayê me bi giştî 39 atolye lidar xistin, di van atolyeyan de bi hezar û 500 jin û jin ên ciwan re li hev civiyan."

Bi ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ em ê têbikoşin

Elîf Tûran anî zimên wan di  karê atolyeyê de  bi hevalên xwe yên jin û jin ên ciwan re sohbet kirine û polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirine.

Elîf Tûran bi dewamî got, "Di van nîqaşan de ya ku bala me kişand ew bû, ha ji pirsgirêkan heye, lê belê di mijara têkoşînê de bendewarî heye. Li bendê ne ku hinek bên têbikoşin, nîşanî ciwanên me û civaka me bidin bê têkoşîn wê çawa bê meşandin. Haya civakê ji vê heye, lê nizane navê van hemûyan şerê taybet e. Di vî karî de me bal kişand ser vê yekê. Armanca dewletê ew e ku civakê ji nirxên xwe yên cewherî dûr bixîne û civakîbûnê biqedîne. Li ser vê bingehê ji bo jinûve avakirina civakîbûnê, ji bo civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk bigihêje nirxên xwe yên cewherî çi ji destê me bê divê em bikin. Bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê li dijî vî mejî hîn bêhtir li hemberî qirkirina civakê têbikoşin û bi perwerdeyê rêxistiniya xwe xurt bikin."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.