Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li ser navê partî û rêxistinên sivîl ên civakî axivî û diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya aşitiyê, tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê ye.

Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin li pêş Hepsa Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyekê bidin, lê polêsan êrişî wan kir. Wan dixwest, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dor a girtiyan a ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyê bidin.  Qeymeqamtiya Bakirkoyê, bi hinceta vîrusa koronayê kir ku êrişî daxuyaniyê bê kirin. 

Malbat û gelek endam û rêveberên sazî û partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Polêsan pêşî li girseyê girt û îdîa kirin ku daxuyanî hatiye qedexekirin. Xelkê li dijî vê biryarê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” gotin. Li ser navê xelkê Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî.
 
Heps bûne êşkencexane 

Gulum, nerazîbûn nîşanî qedexekirina daxuyaniyê da û got: “Şertên pandemiyê tên binpêkirin û lêgerîn li hepsan tên kirin, ev pêkanîn bê hiqûqî ne. Mixabin heta ku girtiyên nexweş neyên ber mirinê, dewlet wan bernade. Roj nîne ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li hepsan miracaet nebin.”

Gulum, destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan li hemû Tirkiyeyê belav bûye: “Heps bûne êşkencexane. Astengiya herî mezin a li pêş aşitiya vî welatî tecrîdkirina Ocalan li Îmraliyê ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin û hevdîtinên malbat û parêzerên werin kirin. Em ji vir careke din rakirina tecrîdê dixwazin û dibêjin siberoja welat nexin tehlûkê.”

STENBOL