- Li hemberî Parlamena Ewrûpayê Kurdistaniyan û dostên wan bang li saziyên Ewrûpayê kir da ku bêdeng nemînin û nebin hevparê sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî çar parçeyên Kurdistanê.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Kurdistanê, li paytexta Belçîkayê Brukselê hat protestokirin.
Navenda Demokratîk a Kurd (NAV-BEL) çalakiya protestoyî bi rasthatina Roja Aştiya Cîhanê 1´ê Îlonê organîze kir. Çalakî li meydana li hemberî Parlamena Ewrûpayê (PE) pêk hat.
Çalakî bi şiyara “Dawî li dagirkeriya Tirk bînin! Em Kurdistanê biparêzin” bi rê ve çû û Kurdistanî û dostên wan ji Elmanya, Holanda û Belçîkayê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de slogana “Em hemû PKK´yî ne” bal birin ser xwe. Hin parlamenterên Ewrûpayê jî destek da çalakiyê.
Di nava wan de ji berdevkên koma dostaniyê ya Kurdan a PE´yê François Alfonsi jî hebû. Ji Spanyayê ji Partiya Antîkapîtalîst, Miguel Urban jî got, “Partiya me pişta miletê Kurd digire. Nabe ku em bêdengiya Parlamena Ewrûpayê beramberî êrişên delweta Tirk qebûl bikin”. Urban bang li Yekîtiya Ewrûpayê kir da ku bibe aliyê çareseriyê.
Endamê Koma Çep a Dançmarkayê û hevberdevkê Koma Dostanya Kurdan Nikolaj Villumsen jî piştgirî da têkoşîna Kurdan.
Katalanyayê destek da
Serokê berê yê Katalanyayê yê sirgûn Charles Puigdemont, ji wezîrên berê yên hikûmeta wî Toni Comin û ji Partiya Çep a Elman Cornelia Ernst jî destek dan çalakiyê.
Hevserokê NAV-BEL´ê Davut Keskin di çalakiyê de got, “Em ne aliyê şer, lê yê aştiyê ne. Kurd aliyê aştiyê ne. Em ê bi xurtkirin aştiyê bersivê bidin êrişan.”
Hevserokê PJAK´ê Siyamend Muînî jî got, “Li ser piyan bûn û teslîmnebna milet wê serketinê bînin. Li her derê êrişê hene û ev êriş wê bi berxwedanê bên şikandin.”
Êdî dema azadya Rêber Apo ye
Alîkara berê ya Hevserokên HDP´ê Filiz Koçali bang li PE´yê kir û got, “Yan hûnê li cem me bin yan jî li cem faşîzma AKP-MHP´ê bin.”
Li ser navê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Andi Fermot jî bi gotina sloganên Apo û Ocalan dest bi axaftina xwe kir. Wê bal bire ser sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û bi bîr xist ku li Şengalê hîna nû nexweşxane hatiye bombekirin. Wê got, “li dijî Kurdan sûcê qirkirinê tê kirin.”
Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Her kes dizane ku çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo mumkin e.” Wî bang li her kesî kir da ku bi şev û roj ji bo azadiya Ocalan bixebitin. Wî bêdengiya saziyên Ewrûpayê beramber sûc û êrişên delweta Tirk weke “hevkariya komkujiyan bi nav kir û got, “Êdî ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê divê bêhtir xebat bê kirin.”
Bêdengî dewleta Tirk teşwîq dike
Li ser navê TJKE´yê Elif Sarica jî got, çar parçeyên urdistanê dikevin ber êrişên dewleta Tirk û got, dewleta Tirl dijminê aştî, demokrasî û edaletê ye. Wê got, heta Ocalan azad nebe wê li Tirkiyeyê demokrasî û azadî bi pêş nekevin.
Ji Kongra Starê Asya Abdullah jî beşdarî çalakiyê bû û got, tecrîdkirina Ocalan ji bo mirovahiyê cihê şermê ye. Wê axaftina xwe wiha dewam kir: “Kî doza çareseriyeke aştiyane bike, divê fikr û projeyê Rêber Ocalan bike esas. Tecrîd divê rabe.” Wê got, bêdengiya dinyayê û saziyên navneteweyî hêzê didin dewleta Tirk da ku êrişên xwe dewam bike. BRUKSEL