Aştî bi diyaloga li gel Ocalan e 

În 30 Tebax 2024 - 01:55

  • Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn  ku ji bo meş û mîtînga 1’ê Îlonê banga tevlêbûnê li gel kirî, destnîşan kir aştiya civakî bi diyaloga li gel Rêber Ocalan pêkan e. Şahîn tecrîda li ser Ocalan bi bîr xist û got bi tecrîdê re pirsgirêk girantir bûye û go ji bo çareseriyê divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê bi çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hin rêzeçalakî bên lidarxistin. Li Amedê jî wê ji aliyê DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr ve ji bo  1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş bê lidarxistin. 

1’ê Îlonê girse wê li ber AZC Plaza ya Ofîsê bibe û ji wir heta bi Qad Şêx Seîde meşekê li dar bixe û li qadê mîtîngek wê were danîn. 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî wê bi dirûşmeya, “Li dijî şer û dagirkirinê aştî, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” were pêşwazîkirin.

Li ser çaresernekirinê li hev kirine

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn giringiya çareseriya demokratîk a di pirsa Kurd de destnîşan kir û got desthilata û muxalefeta Tirk li ser çaresernekirinê li hev kirine, ev yek zirareke mezin dide welat û gelan. 

Tecrîdê pirsgirêk girantir kiriye

Şahîn her wiha anî zimên ji bo çareseriya pirsa Kurd, rêbazên demokratîk nayên bikaranîn û ji ber vê yekê aştiya civakî nehate pêkanîn. Şahîn îşaret kir ku yekane çareseriya pirsgirêkê diyaloga bi Rêber Abdullah Ocalan re ye û bi lêv kir ku polîtîkaya tecrîdê pirsgirêk kûrtir kiriye. 

Ji bo çareseriyê divê tecrîd rabe

 Şahîn, anî ziman ku kesên ku di dîrokê de pirsgirêk çareser nekirine, çûne sergoyê dîrokê û diyar kir ku di warê hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiyê de firazeya AKP’ê û MHP’ê ne ti ye. Şahîn bi lêv kir ku li cihê aştiya civakî lê nebe, çareserkirina pirsgirêkan zehmet e û destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, bawerî bi pêkhatina aştiya civakî nîne û ev tişt got: “Ji bo çareseriyê divê tecrîd were rakirin. Dema me ev yek pêk anî, tiştekî din nîne ku gelên Tirkiyeyê bi hev re bikin. Em civakeke wiha ne ku çanda me ya jiyana hevpar heye.” 

Em hemû ji rewşê berpirs in

Şahîn, destnîşan kir li şûna ku bi benzînê bi ser şer de biçin, divê ev şewat ji holê bê rakirin û got: “Divê em vê yekê bi hev re bikin. Dema tecrîd hate rakirin wê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya civakî pêk bê. Guneha vê pêvajoyê di stûyê herkesê de ye. Em vê pêvajo bi hev re veguherînin aştiyê.” 

Şahîn herî dawî bang kir ku her kes tevlî meş û mîtînga ji bo 1’ê Îlonê bibe.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.