Li Ingilistanê Koma Dostaniya Kurd ava bû
Çarşem 30 Cotmeh 2024 - 16:20
- Li Parlamenta Îngilistanê Koma Dostaniya Kurd (APPG on Kurds) hate avakirin. Parlamenterên partiya desthilatdar Partiya Karker, Partiya Muxafazakar a li muxalefetê û gelek lord jî di nav komê de ne. Di civînê de rêveberiya fermî ya koma parlamenteran hate diyarkirin û dostê gelê Kurd parlamenter Steve Race weke berdevkê komê hate diyarkirin.
Li Îngilistanê 4'ê Tîrmehê di encama hilbijartinê de Partiya Karker (Labour) bû desthilatdar û Partiya Muxafazakar (Conservative) piştî 14 salan desthilatdarî winda kir. Piştî vê guhertinê bi Serokwezîrtiya Keir Stamer desteyeke nû ya wezîran hate avakirin. Partiya Karker parlamentera Kurd û Elewî Feryal Clark Demîrcî kir Wezîra Teknolojiyê.
Li dû vê guhertina li Parlamenta Îngilistanê bi Kurdan re 'Komeke Dostaniyê' ya nû hate avakirin. Li Parlamenta Îngiliz salên derbasbûyî bi berdevkiya yek ji dostên girîng ên gelê Kurd ê parlamenterê berê yê Brightonê Lloyd Russell-Moyle Koma Piştevaniya bi Kurdistaniyên li Sûriye û Tirkiyeyê hatibû avakirin.
Piştî guhertina desthilatdariyê ya li Îngilistanê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li nava Parlamenta Îngilistanê ketin nava karekî berfireh ê dîplomasiyê û ji bo karibin kampanyayên têkildarî pirsgirêka Kurd di nava siyaseta Îngilistanê de nîşan bide, kar zêde kirin.
Koma Dostaniya bi Kurdan re (APPG on Kurds) civîna xwe ya destpêkê li avahiya parlamentê lidar xist. Parlamenterê Partiya Exeter ê Labour Party Steve Race malovaniay civîna destpêkê ya Koma Dostaniyê re kir, ku di nava atmosfereke şer û krîzê ya li Rojhilata Navîn de hate lidarxistin.
Li gel gelek parlamenteran her wiha ji Zanîngeha Oxfordê Rektora Koleja Somerville Baroness Janet Royall, Wezîra Zanistî û Teknolojiyê Feryal Clarkd Demîrcî û nûnerên Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd û MSD'ê tevlî bûn.
Wezîra Kurd û Elewî Feryal Clark di civînê de diyar kir ku divê koma parlamenteran di dema nû de karibe xwe bigihîne civaka Kurd a li her devera Brîtanyayê.
Lord Michael Cashman jî bal kişand ser polîtîkaya zext û zilmê ya li Kurdan tê kirin û pêşniyar kir ku karê çalak ê li dijî zilma li Kurdan di rêziknameya Koma Parlamenteran de bê bicihkirin.
Di beşa dawî ya civînê de rêveberiya fermî ya koma parlamenteran hate diyarkirin û dostê gelê Kurd parlamenter Steve Race weke berdevkê komê hate diyarkirin.
HÎKMET ERDEN/ ANF / LONDON