Aso û Evîn şehîd bûn

Pêncşem 13 Cotmeh 2022 - 02:35

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Geverê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Bûn mînakên herî şênber ên fedaîtî û îradebûyîna Apoyî. Ji hevrêyên xwe re bûn hêz û moral, her wiha bûn perspektîfa têkoşînê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê got, "19'ê Îlona 2022'an dijmin li gundên Kapotê, Yekmalê û Darê yên Geverê dest bi operasyoneke berfireh kir. Li gel leşkerên dijmin, her wiha kontrayên ku xiyanet li gelê me kirine jî tevlî vê operasyonê bûn. Heman rojê hevrêyên me Aso û Evîn ên li qadê, bi saetan li dijî hêzên dijmin şer kirin. Di şer de gelek leşkerên dijmin û herî kêm 3 kontra hatin cezakirin. Di vî şerî de hevrêyên me Aso û Evîn heta nefesa xwe ya dawî şer kirin, û bi fedaîtî şehîd bûn. Hevrêyên me Aso û Evîn weke milîtanên jin ên Apoyî yên azad cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girtin, bûn nîşaneya pakbûn û durustiyê. Weke mînakên herî şênber ên îradebûyîn û fedaîtiya Apoyî ji hevrêyên xwe re bûn çavkaniya moral û hêzê, her wiha bûn perspektîfa têkoşînê.”

 

Yek ji Xerza yek ji Amedê

HPG ji bo şehîd Aso Dîren Têkoşîn dibêje, “Hevrêya me Aso li navçeya Tetwan a ser bi Bedlîsê ji dayik bû, di nava kevneşopiya berxwedanê û nirxên Kurdistanî de mezin bû. Di 24'ê Adara 2012’yan de şehadeta 15 hevrêyên me yên jin ên bi fermandariya ji pêşengên me yên li Xîzanê Arjîn Garzan (Leyla Altan) ji bo hevrêya me Aso bû nuqteya dawî. Hevrêya me Aso sala 2012'an li Garzanê tevlî nava refên gerîla bû. Li qada Garzanê demekê gerîlatî kir û sala 2013'an xatir ji xaka lê ji dayik bû xwest, berê xwe da herêma Metînayê. Sala 2014'an çû meydana şerê giran û cihê xwe li eniya herî pêş girt. 

Hevrêya me Aso li qada Qaşurayê di pêvajoya pratîkê de ji hevrêtî û sekna Şehîd Têkoşîn Amed (Zelal Kartal) hêzeke mezin wergirt. Di nava pratîkeke serketî de her tim xwe perwerde dikir, hesreta bi Rêberê me, soza ku da hevala Têkoşîn û hezkirina ji jiyana PKK'ê; kir ku bi berpirsyariyeke mezin nêzî jiyanê bibe. Weke fermandareke bijarte ya YJA Starê bi fedakarî û fedaîtiya xwe bû fermandareke mînak ji hevrêyên xwe re.”

HPG´ê ji bo şehîd Evîn Rêber Andok got, “Hevrêya me Evîn li bajarê berxwedanê yê Kurdistanê li Amedê ji dayik bû. Bi bandora şehadetan sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Evîn weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng diyar kir ku ji her wezîfeya şoreşê re amade ye û mîna gelek hevrêyên xwe ragihand ku gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê daxwaza wê ya herî mezin e, ji bo pêkanîna vê jî gelekî ked da. Li ser vî bingehî cihê xwe di nava gelek çalakiyên li Geverê de girt û bi van çalakiyan tola salan hilanî. Hevrêya me Evîn 19'ê Îlona 2022’yan di şerê dijî dijmin de bi îradeyeke mezin li hemberî bi sedan leşkerên dijmin û kontrayan berxwedaneke destanî kir û şehîd bû."

Nasnameya şehîdan wiha hat eşkere kirin:

* Aso Dîren Têkoşîn (Gulistan Canbey) a li Bedlîsê ji dayik bûyî, keça Remziye û Necmettîn, 19'ê Îlona 2022´yan li Geverê şehîd bû.

* Evîn Rêber Andon (Rojda Şik) a li Amedê ji dayik bûye, keça Ferrah û Hakki, 19'ê Îlona 2022´yan li Geverê şehîd bû.

BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.