Aslan Qamişlo şehîd bû
Çarşem 27 Îlon 2023 - 00:02
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.
Di daxuyaniya YPG’ê de wiha tê gotin:Daxuyanî wiha ye:
"Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye qada şoreşa hevpar a gelên herêmê, roj bi roj dewam dikin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina aramiya herêmê û afirandina hawîrdora kaosê ye. Di êrîşan de pêşengên gel, şêniyên sivîl, şervan û fermandarên hêzên parastinê tên hedefgirtin. Dijminê dagirker di gelek êrîşên xwe de sîxur û xiyanetkaran bi kar tîne. Yek ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Îlonê de pêk hat. Di vê êrîşê de jî şebekeyên sîxuriyê hatin aktîfkirin û pêşengên şoreşê kirin hedef. Di encama vê êrîşa bi balafira keşfê de hevalê me Aslan Qamişlo ku yek ji fermandarên YPG’ê ye şehîd bû.
Hevrê Aslan di sala 1974'an de li gundê Heşetê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê dayik bû. Heval Aslan ku cewhera Kurdayetiyê bi rastiya têkoşîna rêxistinbûyî re kire yek, di demeke kin de bû şervanekî çalak û fermandarekî gerîla. Bi salan li gelek herêmên Kurdistanê bi taybetî li herêmên Botan, Zagros, Behdînan û Qendîlê têkoşîna azadiyê meşand.
Fermandar şervan û pêşengê gel bû
Hevrê Aslan ku bi salan li qadên cuda yên Kurdistanê têkoşîn meşand, di sala 2013’an de piştî êrîşên çeteyan ên li ser şoreşa Rojava zêde bûn, hat qada Rojava. Hem di parastin hem jî di pêşxistina şoreşê de roleke aktîf lîst. Bi tecrûbeya xwe ya şoreşgerî û şervantiyê pêşengiya şoreşa Rojava kir. Di berxwedanên ku di dîroka mirovahiyê de weke destanekê hatine nivîsandin, cih girt. Li gel berxwedana Kobanê ku li ber çavên hemû cîhanê pêk hat, rasterast di hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt. Bû yek ji hevalên ku di asta fermandariyê de li hemû qadên ku şer li herêmên Cizîr û Firatê yên Rojava dihat meşandin koordîne dikir. Dîsa di xebatên qada civakî de, di her karê ku di pêvajoya avakirina şoreşê de ketibû ser milê wî de bicîh anî û di perwerdekirin û birêxistinkirina civakê de kedeke mezin da. Bi karakterê xwe yê civakî û gelêrî bandoreke mezin li her qadên ku lê dixebitî hişt, li her cihê ku lê bû ruhê şoreşgerî zindî hişt. Di her kêliya têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya nêzî 35 salan de bi cesaret û fedekariyeke mezin beşdarî her kêliya şer bû. Karakterê wî ya welatparêz her tim wî nêzî gel û dilsozê gel hiştiye. Her tim kesayeta xwe ya civakî ya pak û sade parast û ji bo azadiya gelê me xebat kir. Hevalê Aslan weke fermandar, şervan û pêşengê gelê xwe, li ser her hevalê xwe bi hevra xebat meşand û li her cihê ku lê bû li ser civakê bandoreke mezin hişt. Em weke hevrêyên têkoşer ji ber şehadeta hevalê xwe Aslan sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz û di serî de ji malbata wî ya hêja re dixwazin. Em soz didin ku di şexsê heval Aslan de mîrateya şoreşgerî ya şehîdên me ji me re hiştine biparêzin û tola wan hilînin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Aslan Qamişlo (Mûzellîf Taşkin), li Colemêrgê jidayîk bûye, 17’ê Îlona 2023’an li Qamişlo şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN