Rêvebera TAJÊ Ferîde Şengalî, diyar kir ku ji hêla hikûmeta Iraqê ve bêdengiyeke mezin heye û got: "Em dizanin ku ev bêdengî wê bi xwe re xeteriyeke mezin bîne. Lê heya ku Asayîşa Êzîdxanê neyê naskirin em ê li ber xwe bidin.”
Nerazîbûna ji peymana li ser Şengalê ya di navbera Hikumeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe ya 9’ê Cotmeha 2020’an de didome. Piştî îmzekirina peymanê bi hezaran eskerên Iraqê derbasî Şengalê bûn. Bi van geşedanan re civaka Êzidî jî ji bo parastina herêma xwe li ber avahiyên Asayîşa Êzîdxanê dest bi nobetê kirin. Têkîldarî geşendanên dawî yên li Şengalê diqewimin, Rêvebera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî, ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re peyivî û got: “Em dizanîn ku peymana hatiye îmzekirin ne ji bo berjewendiyên wan ên siyasî ne. Ev peyman ji bo parastina civaka Êzidî nehatiye îmzekirin. Êdî ew jî dibînin ku civaka Êzidî hêzên xwe yên mîna YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê avakirine û rêxistinên sazî û dezgehên Şengalê çêbûne û ji ber wê jî naxwazin ku Êzidî bibin xwedî vîn û hêz. Ji ber vê yekê jî, dixwazin Şengalê xera bikin û Şengalê careke din bi xeteriyekê re rûbirû bihêlin. Heta ku Asayîşa Êzîdxan neyê naskirin, em ê dev ji berxwedanê bernedin. Daxwaza me ew e ku em weke civaka Êzidî li Şengalê bên nas kirin û xweseriya xwe bi dest bixin. Heta ku ji destê me were em ê tebikoşin.”
MA/AMED