Asayîşa Êzîdxanê mezintir bû 

Yekşem 14 Sibat 2021 - 16:45

ÎBRAHÎM ÊZIDΠ
ROJNEWS/ŞENGAL

Ji  Dewreya Şehîd Mam Beşîr a Akademiya Şehîd Şengal a Asayîşa Êzîdxanê 74 endamên nû bi merasîmekê leşkerî dewreya xwe bi dawî kirin û beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn.
Piştî perwerdeya li dewreya Şehîd Mam Beşîr a Akademiya Asayîşa Êzîdxanê, 74 endamên nû bi merasîmekî leşkerî beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn. Endamên nû yên beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûn ji gund û navçeyên  Şengalê ne. Welatiyên Şengalê, nûnerên sazî û rêxistinên civaka Êzîdî tevlî merasîmê bûn.
Dewreya Asayîşê Êzîdxanê mehekê dewam kir. Di nava mehekê de li ser disîplîna leşkerî, dîroka Êzîdxanê û xwepastinê perwerde hate dayîn.
Di merasîmê de, li ser navê Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê, Elî Şengalî got, “Dijmin dixwaze me tine bike. Beriya niha li ser îradeya civaka Êzîdî pîlanek hate meşandin û xwestin me tine bikin. Bila her kes zanibe, her kesekî ku bixwaze li ser îradeya civaka Êzîdî bazirganî bike, wê asayîşa Êzîdxanê li beramberî xwe bibîne.”
Elî Şengalî got, dewleta Tirk a dagirker dixwaze Şengalê dagir bike û Êzîdiyan bê îrade bike. Elî Şengalî got, ew ê li hemberî her êrişê li ber xwe bidin.
Li ser navê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo û li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Kinê Xidir jî axivîn û bang li tevahiya ciwanên Êzîdî kirin da ku tevlî asayîşa Êzîdxanê bibin da ku careke din ferman li Êzîdiyan neyên rakirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.