Asayîşa Êzîdxanê di salvegera 2’an a Peymana 9'ê Cotmehê de biryardariya xwe ya ji bo parastina Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand û got, "Em ê rê nedin ku kes destê xwe dirêjî Şengalê bike û xwe bike xwediyê Şengalê."
Daxuyanî li Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê hate dayîn. Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Ziyad Şengalî daxuyanî xwend.
Ziyad Şengalî got, "9'ê Cotmehê li ser gelê me û îradeya me ya siyasî, civakî û leşkerî peymaneke ji aliyê Iraqê, dewleta Tirk û PDK’ê ve hate îmzekirin. Di vê peymanê de ji Şengalê kes amade nebû û nihêrîna civaka Êzîdî tê de ne esas e. Bi vê peymanê xwestin gelê me careke din qir bikin. Lê me ev yek qebûl nekir. Em weke Asayîşa Êzîdxanê li ber vê peymanê rabûn û tevî gelê xwe têkoşiyan. Bi vê têkoşînê em ê rê nedin peymana ku ne di berjewendiya civakê de ye, li ser gelê me bê ferzkirin.
Dem hatiye xweseriya Şengalê bê naskirin û êdî Şengalî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Niha Şengal ne weke berê ye, rêxistina xwe çêkiriye û li ser fikra Rêber Apo bûye xwedî sîstem. Ji niha û şûnde gelê me wê xwe bi xwe biryara xwe bide.
Em ê rê nedin kesî ku destê xwe dirêjî Şengalê bike û xwe bike xwediyê Şengalê.”
ROJNEWS/ŞENGAL