Li Şengalê di 14’ê Tîrmeha 2016’an de ji bo ewlehiya hundir cara yekemîn Asayîşa Êzîdxanê hate avakirin. Di nava van 5 salan de li tevahiya Şengalê hêzên Asayîşa Êzîdxanê navendên xwe vekirin û ewlehiya herêmê pêk anî.
Bi boneya 5’emîn salvegera damezirandina Asayîşa Êzîdxanê li bajarokê Xanesorê yê Şengalê bi amadebûna sedan endamên asayîşê, sazî û rêxistinên civaka Êzîdî, merasîmek hate lidarxistin. Merasîmê bi rêûresmeke leşkerî û rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Ti kes wê nekaribe îradeya me tine bike
Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Elî Hisên axivî û got: “Ev hêza me di demekê de hate avakirin ku ti kesî xwe ji bo parastina civaka Êzîdî berpirsiyar nedidît. Me wek zarokên Şengalê biryar da, em xwe bi xwe parastina xwe bikin. Ji bo hêza me tine bikin, ji roja ku ev hêz hatiya avakirin heta niha, rastî gelek komployan hatiye. Em wek asayîşa Êzîdxanê piştrast dikin, kî dibe bila bibe, ti kes wê nekaribe îradeya me tine bike. Her kesekî bixwaze destdirêjî îradeya me bike, ew ê hêza asayîşa Êzîdxanê li pêşiya xwe bibîne. Çawa beriya niha me soz daye ku em ê gelê xwe biparêzin ji niha û şûn ve jî em soza xwe dubare dikin. Bila gelê me piştras be, em ê Şengaleke ewle pêşkêşî gelê xwe bikin.”
‘Me peyman pûç kir’
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî Heso Îbrahîm axivî û got, “Niha dixwazin vê hêza me tine bikin. Bi taybetî peymana 9’ê Cotmehê, pîlanek bû da ku hêza me tine bikin, lê bila her kes binihêre ka çawa îradeya gelê me bi ser ket. Me ev peyman pûç kir. Her biryara bêyî raya me, wê hêza gel li hember xwe bibîne.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Saleh Êzdîn û li ser navê Fermandariya YBŞ’ê Çeko Şengalî axivin û salvegera damezirandina Asayîşa Êzîdxanê pîroz kirin.
ROJNEWS/ŞENGAL