Artêşa Tirk 828 caran êrişî gerîla kir

În 7 Adar 2025 - 03:15

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û destwerdanên gerîla yên ji bo rawestandina êrîşan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

4, 5 û 6'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf û Lolanê 2 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Şehîd Aslan, Heftebax û Xêrê 5 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 9 caran bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

4, 5 û 6'ê Adarê li Herêma Xakurkê, Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolan, Goşînê, Sinînê 43 caran, li Herêma Garê qadên Sêdarê, Şêranê, Girê Zengil, Girê Reşîd, Girgaşê, Spîndarê, Mijê, Heftebax û Sîser 191 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Serê Metînayê 126 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 451 caran; bi giştî 811 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

5'ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate îmhakirin.

Li Herêma Metînayê

4'ê Adarê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê li hemberî banga teslîmiyetê ya dagirkeran ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer, hêzên me yên YJA Starê destwerdan kirin. 

Divê PDK dest ji hevkariyê berde

Di vê demê de ku hêzên me di pozîsyona agirbestê de ne, li Herêma Garê ji Qela Saddam û Bakirmanê ku di bin kontrola PDK'ê de ne, balafirên keşfê yên biçûk têne rakirin û li ser qadên me yên gerîla bi şev û roj keşif tê kirin. Bi agahiyên ji vî karî têne bidestxistin qadên gerîla têne bombekirin. Ev karê ku ewlehiya hêzên me dixe metirsiyê divê bê rawestandin. Eger neyê rawestandin ji bo ewlekariya xwe, wê mafê me be ku li devera ku jê rabûne bersivê bidin. Em radigihînin ku ji bo berjewendiyên me yên neteweyî divê dawî li vê yekê bê anîn."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.