- Tevî gelek hevdîtin û bangawaziyan, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li Şengalê rewşa aloz dewam dike û artêşa Iraqê li gelek cihan dest bi çêkirina mewziyan kiriye.
Tevî gelek hevdîtin û bangawaziyan, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li Şengalê rewşa aloz dewam dike û artêşa Iraqê li gelek cihan dest bi çêkirina mewziyan kiriye. PDK jî ji bo li Şengalê şer biqewime, çi ji destê wê tê, dike.
Li Şengalê di 18’ê Nîsanê de ji ber êrişên artêşa Iraqê yên li hemberî Asayîşa Êzîdxanê şer qewimîbû û piştî hin hevdîtin û hewldanan şer rawestiyabû. Di 21’ê Nîsanê de jî şandeyeke payebilind a leşkerî û îstîxbaratî çûbû Şengalê û bi nûnerên civaka Êzîdî re hevdîtinek kiribû. Di vê hevdîtinê de, şandeya Bexdayê ji çareseriyeke bingehîn zêdetir helwêstekê ku dixwaze rewşa heyî bicemidîne nîşan dabû.
Herî dawî pêr Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi beşdariya sazî û dezgehan, kesayet, eşîr û oldaran derbarê êrişên li dijî Şengalê de sekn û helwêsta xwe ragihand. Meclîsê got, ew ji bo çareseriyeke bingehîn a di çarçoveya dewleta federal a Iraqê de amade ne, lê eger êrişên li dijî Şengalê dewam bikin, ew ê bi tevahiya hêza xwe, li ber xwe bidin.
Hin hevdîtin û diyalog dewam dikin, lê heta niha gaveke berbiçav ji bo bidawîkirina rewşa aloz a hikûmeta Bexdayê û artêşa wê nîne. Berevajî vê, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê zêdetir dibe.
Artêş kete nava malên sivîlan
Artêşa Iraqê xwe hem li başûr hem jî li bakurê Çiyayê Şengalê belav kiriye û hêzeke mezin li gelek deveran bi cih kiriye. Li bakurê Çiyayê Şengalê bi taybetî di xeta Dîgurê-Duhola-Borik û Guhbelê de, artêşê hêza xwe zêde kiriye û dest bi çêkirina çeper û mewziyan kiriye. Artêş li vê xetê gelek mewzîyên xwe di nav malên xelkê heremê de çêdike.
Li seytereya Dîgurê jî tenê leşkerên artêşê hene.
Liv û tevgera artêşa Iraqê li navenda Şengalê û seranserê başûrê Çiyayê Şengalê jî zêde bûye. Artêşê li navenda Şengalê bi taybetî li derdora navenda Asayîşa Êzîdxanê tevgera xwe zêde kiriye.
Li gorê agahiyên ji herêmê, artêşa Iraqê bi taybetî jî li dora gundê Heyalê û Sikêniyê yên ji bo parastina Şengalê stratejîk, hem hejmara wesayîtên zirxî hem jî hejmara leşkeran zêde kiriye.
Zextê li xelkê dikin
Wekî din jî di ketin û derketina gund, komelgeh û nahiyeyan de artêşa Iraqê yan nuqteyên pratîk danîne yan jî bi wesayîtên zirxî xwe li ser rêyan bi cih kiriye. Ev jî dibe sedem ku gelê Şengalê bi dilrehetî nikaribe çûn û hatina xwe bike.
PDK dixwaze şer biqewime
Li milê din jî bi taybetî PDK di nav liv û tevgereke mezin de ye da ku zextê li ser artêşê çêke, zemînê provokasyonan amade bike û rê li ber şer veke. Jixwe ji 18’ê Nîsanê ve PDK û aliyên girêdayî wê, gelek caran bang li artêşa Iraqê kirind a ku êrişî Şengalê bike.
ROJNEWS/ŞENGAL