Hêzên Artêşa Iraqê ku derbasî Şengalê bûn, hejmara herî mezin li Çiyayê Kolik ê rojavayê Şengalê bi cih bû.
Ji bo pêkanîna peymana di navbera Hewlêrê û Bexdayê de, artêşa Iraqê weke gava yekemîn hêzek şand Şengalê. Li gorî agahiyan, hejmara wê hêzê gihîştiye 2 hezar û 500 kesî. Niha ev hêz ji gundê Medîban, Sîba Şêx Xidir heta çiyayê Kolik ku herêmên sînor in bicih bûye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidest xistin, ev hêz wê heta bajarokê Rebîa bikin bin kontirola xwe. Bi vê yekê sînorê navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî dikeve bin destê Artêşa Iraqê.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) doh bi daxuyaniyeke nivîskî balkêşa ser pîlanên qirêj yên li ser Şengalê. MXDŞ’ê bang li hêzên azadîxwaz hemûyan kir, da ku rê li ber fermanek din a ser Êzîdiyan bigrin, ji ber ku Şengal di metirsiyê de ye.
ROJNEWS/ŞENGAL