- Ciwanên Şengalî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Di meşê de ku hêzên Iraqê astengî danîn pêşiya ciwanan, peyama têkoşînê hate dayin.
Ciwanên Şengalî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Di meşê de ku hêzên Iraqê astengî danîn pêşiya ciwanan, peyama têkoşînê hate dayin.
Meşa li Şengalê roja Şemiyê ji aliyê ciwanên Şengalî, Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Jinên Ciwan ên Êzîdî ve hate lidarxistin.
Di meşê de ji ber salvegera 23'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, posterên Abdullah Ocalan û sembolên saziyên li Şengalê hatin hildan.
Artêşa Iraqê astengî danîn pêşiya meşê û zext li ciwanan kir. Li gel vê yekê jî ciwan heta rêya Duholayê meşiyan.
Artêşa Iraqê ji bo astengkirina meşê teqwiye kir, ciwanan jî vê carê bi konvoyan meşa xwe dewam kirin.
Ciwan bi konvoyê li Duhola û Dugirê geriyan, li pêşiya Meclîsa Gel a Dugirê li hev civiyan û bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn.
Ji çalakgeran endama Meclîsa Dugirê Cîlan Şivan got, "Civaka Êzîdî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser piyan e."
Cîlan nerazîbûn nîşanî hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo astengkirina meşa ciwanên Şengalê da û got, "Mîna her gelê ku azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibîne, me jî ji bo Rêber Apo çalakiyek li dar xist. Lê belê hikûmeta Kazimî mîna her carê çalakiya me asteng kir. Ji bo azadiya Rêber Apo li her devera cîhanê kar tê kirin, lê belê li Şengalê tê astengkirin, ev yek şermeke mezin e. Di meşê de ji me re hate gotin, ku afîşên Rêber Apo hinedin naxwe wê me hemûyan bigirin. Me guh neda wan û me afîşên Rêber Apo hildan."
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan, Ala Şengalî jî got, "Hiukûmeta Kazimî bixwaze me asteng bike jî ji bo azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê, em ê timî têbikoşin."
ŞENGAL