Artêşa Iraqê gule reşand
Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 00:52
Xelkê navçeya Sinûnê ya Şengalê bi daxwaza xizmetguzariya tenduristiyê li ber nexweşxaneyê li hev kom bû, lê belê artêşa Iraqê bi gulereşandinê dest lê werda. Li navçeya Sinûnê ya Şengalê li gel hebûna nexweşxaneyê doktor, kedkarên tenduristiyê û ambûlans nîne. Şêniyên Sinûnê ku ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê bêzar bûne, li ber Nexweşxaneya Sinûnê li hev kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan. Xelkê Sinûnê her wiha ji ber bertîlê xwest berpirsyarê nexweşxaneyê bê girtin.
Artêşa Iraqê dest li girseya gel werda û bi gulereşandinê hewl da ji hev belav bike. Vê destwerdanê alozî mezin kir.
ANF/ŞENGAL