• Artêşa Iraqê tevî bangawaziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê hemûyan jî careke din gef li Asayîşa Êzîdxanê xwarin.

Artêşa Iraqê tevî bangawaziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê hemûyan jî careke din gef li Asayîşa Êzîdxanê xwarin. Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê, gef li asayîşa Sinûnê ya Êzîdxanê xwarine û gotiye, heger cihê xwe terk nekin, ew ê bi zorê vala bikin.

Li Şengalê ev çend roj in liv û tevgera artêşa Iraqê dewam dike û ji ber vê sedemê rewşeke aloz li herêmê serwer e. Tevî hişyarkirinan hemûyan jî artêşa Iraqê her hêzên xwe zêde dike.

Herî dawî jî doh saet di 13:00’an de Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, nîv saet mohlet da hêza Asayîşa Êzîdxanê ya dewra nahiya Sinûnê, da ku ji cihê xwe derkeve. Her wiha wî gef li Asayîşa Êzîdxane kirin û got, heger ji cihê xwe dernekevin, ew ê bi zorê wan derxin.

Ji ber vê gefxwarina artêşa Iraqê, aloziya li nahiya Sinûnê dewam dike.

ROJNEWS/ŞENGAL