Artêşa Iraqê êrişî YBŞ’ê kir
Pêncşem 20 Adar 2025 - 03:15
Artêşa Iraqê li navenda bajarê Şengalê êrişê seyareyeke YBŞ’ê kir, di encamê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di derdora saet 11.00’ê şevê de artêşa Iraqê li navenda bajarê Şengalê êrişî tîmek girêdayî YBŞ’ê kiriye û di encamê de alozî rûdaye.
Ragihandina YBŞ’ê ragihand, artêşa Iraqê li taxa Yermûk a Şengalê seyareyeke şervanên wan xistine kemînê û êrişî wan hatiye kirin. Di encama êrişa artêşa Iraqê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûne.
Têkildarî rewşa birîndaran jî hate gotin, rewşa şervanek wan gelekî girane û li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Rewşa awarte li herêmê dewam dike.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN