Artêşa dagirker 18 hezar û 240 êriş pêk anî

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:35

Tevî agribesta HPG’ê jî, artêşa Tirk a dagirker di navbera 1’ê Adar-19’ê Hezîranê de 18 hezar û 240 êrişên hewayî û bejahî û yên bi çekên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.

Li ser banga dîrokî ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de kiribû, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryara xwefesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Di 1’ê Adara îsal de de Biryargeha Navenda Hêzên Parastina Gel (NPG) agirbest îlan kir. Tevî biryara PKK’ê ya xwe fesixkirin û agirbestê, lê artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî û bejahî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

.ANHA/QAMIŞLO 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.