Armanca Tirkiyeyê aloziya daimî ye

Çarşem 11 Çile 2023 - 00:53

ERKAN GULBAHÇE

 

Endama Komîteya Serokatiya PYD Foza Yûsif li ser peywendiyên dewleta Tirk ên bi Sûrî re got, parçeyê pîlaneke bi tehlûke û qirêj e.

Foza Yûsif bal bire ser taktîka nû ya dewleta Tirk û got di vê çarçoveyê de dewleta Tirk dixwaze aloziyê kûrtir bike: “Tirkiye dixwaze tişta ku li Sûrî di warê leşkerî de nekarî bike, bi taktîkên siyasî bike. Ev lîstikeke mezin e. Tirkiye dixwaze pirsgirêkên di navbera gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û hikûmeta Şamê de kûr û girifttir bike. Ew her wiha dixwaze pirsgirêkên çeteyên li herêmê û rejîma Şamê de jî dijwartir û mezintir bike.”

Foza Yûsif beramberî vê pîlana dewleta Tirk, hikûmeta Şamê jî hişyar kir lewma zirara herî mezin wê li wê bi xwe bibe: “Hikûmeta Sûrî nabe ku serê xwe li ber zextên dewleta Tirk bitewîne û şaşîtiyeke stratejîk neke. Yan na, beriya her kesê din, zirara herî mezin wê li wê bibe. Diyaloga halê hazir heyî ya bi Tirkiyeyê re wê bê bipêşxistin, dibe ku rê li ber parçebûna Sûrî veke û pirsgirêkên nû derkevin holê.”

 

Nabe ku li ser esasê dijberiya Kurdan be

Li ser tifaqa di navbera Sûriyê û Rûsyayê de jî Foza Yûsif got, “Tifaq nabe ku li dijî gelên tevahiya Sûrî û yên Bakur û Rojhilatê Sûrî be; nabe ku ew li ser esasê dijberiya Kurdan jî be. Rûsya esas dikare bi rola dewleteke garantor rabe ji bo ku dewleta Sûrî veguhere dewleteke demokratîk. Herçî em in, em ê diyaloga xwe ya ji bo çareseriya siyasî dewam bikin.”

 

Siyaseta me ya demokratîkkirinê ye

Li ser helwêsta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya beramberî hevdîtinên sêalî yên Rûs, Tirk û Sûrî Foza Yûsif got, “Têkiliyên me bi Emerîkayê re dewam dikin. Di navbera DYE û QSD´ê de têkiliyên ji bo plankirina operasyonên li dijî DAIŞ´ê dewam dike. Têkiliyên me yên siyasî û dîplomatîk jî dewam dikin. Civîna sêalî ya li Moskovê, li ber hevdîtin û diyaloga me ya li Şamê ne asteng e. Em li gorî daxwazên hêzên derve tevnagerin. Em dixwazin pirsgirêka demokratîkbûna Sûriyê bê çareserkirin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.